Ma Misilman û xeyrimuslim dibin wêrisên hev?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Mîrat Tarih: 02 Mart 2018

Pirs: Ma misilmaniya kesê mirî (çi mêr çi jin), ên li pey xwe hiştine (çi mêr çi jin), zarokên keç û kur, dê û bav bi kurtasî yên li heyatê mane di dabeşkirina mîratê de bandorê dike? Ma Qur’an dibêje ku “zarokê Misilman” ewqas digre, an jî bi tenê dibêje “zarok” ewqas digre? Heke bersiva we bi awayê “ji bo girtina parê ji mîratê misilmanî şert e”, wê demê hûn ê ji yekî ku Misilman bûye re mijara ku jin, zarok, dê û bavê ku Misilman nebûne ji mîratê tu parê nagrin çawa rave bikin?

Bersiv: Di ayetên ku bi mîratê re têkildar in de -di der barê misilmanî an jî nemisilmaniya kesê mîrat li pey xwe hiştine yan jî ji bo kesên dibin wêris- tu sînor nehatine danîn. (Bnr: Nîsa, 4/11-12, 176)

Xwedê Teala di ayeteke di der barê ku Misilman dikarin bi ehlikitêban re bizewicin de wiha ferman kiriye:

Îro, ji bo we tiştên xweş û pak hatine helalkirin. Xwarinên ehlî kitêban ji we re helal in û xwarinên we jî, ji bo wan helal in. Zewaca bi pîrekên bawermend ên bi namûs û pîrekên bi namûs ên ku beriya we Me kitêb daye wan, ji we re helal in; bi şertê ku hûn mehra wan bidin wan, bi namûs bin, ji zinayê dûr bin û ji xwe re bi dizî dostikan negrin. Kî ku îmanê înkar bike, bê guman kirinên wî pûç dibin; ew li axretê dibe ji yên ku xesirî ne.” (Maîde, 5/5)

Ji bo wêrisiya di navbera mêr û jinê de -wekî ku dê li jêr were dîtin- misilmanî-nemisilmaniya mêr û jinê tu sînor nehatiye danîn. Îfadeya “jinên we” ya ku di ayetê de dibore hem jinên bawermend hem jî jinên xeyrimuslim di xwe dihewîne.

“(Gelî mêran!) Ji mîrateya ku ji jinên we maye, eger zarokên wan tune bin nîvî ya we ye. Eger zarokên wan hebin vêca çaryeka mîrateya ku li pey xwe hiştine ji we re ye. Ev, piştî pêkanîna wesiyeta wan û dayîna deynên wan e. Ji bo jinên we jî, eger ku zarokên we nebin çaryeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye heye. Vêca eger zarokên we hebin naxwe ji bo wan heştyeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye heye…” (Nîsa, 4/12)

Muazê kurê Cebel ji Pêxemberê me ragihandiye ku wî di der barê wêrisiya di navbera kesê Misilman û xizmên wî yên xeyrimuslim de wiha ferman kiriye “Misilmanbûn zêde dike, nabe sedema kêmbûnê” (Ebû Dawûd, Feraid, 10; Ehmedê kurê Henbel, 5/230) û ji lewre Muazî ew kirine wêrisên hev. Her wiha di çavkaniyan de derbas dibe ku ji sehabî û tabiiyan Muawiyeyê kurê Ebû Sufyan, Mesrûq, Se‘îdê kurê Museyyeb û Şu‘be, kesên Misilman kirine wêrisên xeyrimusliman.

Li gorî piraniya ku ji mezhebên Henefî, Şafi‘î û Malikiyan pêk tê, Misilman nabin mîratxurên xeyrimusliman. Xeyrimuslim jî nabin wêrisên Misilmanan. Ew, bi tenê dikarin sêyeka mîrata xwe wesiyet bikin. Delîla wan jî ev riwayeta han e: “Misilman nabe wêrisê kesê kafir, kafir jî nabe wêrisê kesê Misilman.” (Buxarî, Feraid, 25; Muslim, Feraid, 23)

Ji bo bersiveke me ya bi awayê vîdeoyê ji kerema xwe re serî li navnîşa jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/miras-paylasiminda-din-farkinin-bir-onemi-var-midir.html

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma Misilman û xeyrimuslim dibin wêrisên hev? 02.03.18 579
2 Ma meseleya “‘awliyye”yê ya di mîratê de çi ye? 28.03.18 489
3 Ma di heyama dawî ji dewra Osmaniyan arazî di nav wêrisan de çawa dihat teqsîmkirin? 02.05.18 388
4 Zilam mir. Sê law û keçek li pey xwe hiştin. Mîrat dê çawa bê dabeşkirin? 05.07.18 493
5 Ma keç dikarin ji mîratê wekî para birayên xwe daxwaz bikin? 05.03.18 549
6 Ma xizmên nêz dikarin eşyayên miriyê xwe bikar bînin? 29.03.18 463
7 Jin mir. Hevser, lawek û çar keçên wê hene. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin? 03.05.18 403
8 Zilam mir. Hevser, lawek û keçek li pey xwe hişt. Mîrat dê çawa bê dabeşkirin? 06.07.18 305
9 “Kelale”ya ku nave wê pir caran di mijara mîratê de derbas dibe çi ye? 06.03.18 488
10 Ma ez dikarim mala xwe wesiyet bikim? 30.03.18 499
11 Mêr mir. Jin, du law û çar keçên wî hene. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin? 04.05.18 397
12 Zilam mir. Hevser, du law û keçek li pey xwe hiştin. Mîrat dê çawa bê dabeşkirin? 09.07.18 282
13 Ma berpirsyariya me ya ji tetbîqkirina hukmên mîratê yên di Qur’anê de çi ye? 08.03.18 532
14 Dema kesê mirov jê deyn kiriye bimire, divê mirov çi bike? 02.04.18 452
15 Ma agahiya ku zarokên xwişkê nabin wêris rast e? 07.05.18 409
16 Hukmê redda mîratê çi ye? 10.07.18 295
17 Li gorî dînê me hukmê meseleya “sêwiyê bapîr” ya di mîratê de çi ye? 09.03.18 504
18 Malê bav dê di navbera du kur û keçekê de çawa bê belavkirin? 05.04.18 468
19 Mêr mir. Dayik, bav, hevser û sê keçên wî hene. Mîrat dê çawa were teqsîmkirin? 08.05.18 408
20 Mîrata kesê ku du hevserên wî hene dê çawa bê teqsîmkirin? 11.07.18 252
21 Mêr mir. Jinek, sê law û sê keçên wî hene. Mîrat dê çawa bê parvekirin? 12.03.18 491
22 Zilam mir. Jinek û sê zarok li pey xwe hiştin. Mîrat dê çawa bê belavkirin? 06.04.18 427
23 Ma di dabeşkirina mîratê de çima hûn pêşaniyê didin jinan? 09.05.18 360
24 Ma ji zirkur û zirkeçan re jî ji mîratê par heye? 12.07.18 313
25 Mêr mir. Mîrata wî dê di navbera jin, du keç û zarokên kurê wî yê ku miriye de çawa bê parvekirin? 13.03.18 461
26 Jin mir. Hevserê wê, birayek û xwişkek wê heye. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin? 16.04.18 371
27 Ma ji zarokê ku ji malê veqete re ji mîrata bav par heye? 10.05.18 344
28 Di mijara mîratê de mirov dikare ferqê têxe navbera zarokên xwe? 13.07.18 275
29 Mêr mir. Mîrata wî dê di navbera dayik, kurek û sê keçên wî de çawa bê parvekirin? 14.03.18 508
30 Ma di mîratê de her dem para mêran ji ya jinan pirtir e? 17.04.18 395
31 Mêr mir. Hevser, kurek û sê keç man. Mîrat dê çawa were teqsîmkirin? 14.05.18 368
32 Ma mirov dikare bibe wêrisê malê heram? 16.07.18 297
33 Mêr mir. Jinek û çar keçên wî hene. Mîrata wî dê çawa bê belavkirin? 15.03.18 513
34 Ma dayik dikare ji mîrata zarokên xwe yên sêwî îstifade bike? 18.04.18 474
35 Mêr mir. Hevser, keçek û du lawên wî man. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin? 15.05.18 351
36 Çima di mîratê de mêr ji jinan pirtir parê digrin? 18.07.18 251
37 Ma mafê dê û bav heye ku mîratê par ve nekin? 19.03.18 452
38 Mêr mir. Dê, bav, hevser û keçeke wî heye. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin? 19.04.18 412
39 Mêr mir. Hevser, pênc kur û du keçên wî hene. Mîrat dê çawa were teqsîmkirin? 25.06.18 335
40 Ma mirov dikare zêde mal ji zarokê astengdar re bihêle? 20.03.18 495
41 Ma mîrata kesê ku zarokên wî tunene ji kê re dikeve? 20.04.18 405
42 Ma di mîratê de erse/û erd çawa tên teqsîmkirin? 26.06.18 281
43 Mêr mir. Jin, sê law û du keçên wî hene. Mîrata wî dê çawa bê belavkirin? 21.03.18 485
44 Zilam mir. Jin, çar kur û sê keçên wî hene. Mîrata wî dê çawa bê teqsîmkirin? 24.04.18 486
45 Dema zarokên mirî hebin ma ji birayên wî re par dikeve? 28.06.18 317
46 Xalê min mir. Di rewşa ku zarokên wî hebin de ma dayika min dibe wêrisê wî? 22.03.18 423
47 Ma li gorî ayeta 7an ji sûreyê Nîsa jin û mêr di mijara mîratê wekî hev in? 25.04.18 437
48 Ma bira dikarin xwişkên xwe ji mîratê mehrûm bikin? 29.06.18 283
49 Mêr mir. Jinek, lawek û sê keçên wî man. Mîrata wî dê çawa bê dabeşkirin? 23.03.18 525
50 Zilam mir. Mîrata wî dê di navbera 2 law, 2 keç û zarokên lawê wî yê mirî de çawa bê teqsîmkirin? 26.04.18 424
51 Mêr mir. Dayik, hevser, lawek û du keçên wî man. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin? 02.07.18 319
52 Ma birayên mezin dikarin di mîratê de doza heqekî zêdetir bikin? 26.03.18 469
53 Zilam mir. Sê kur, çar keç li pey xwe hiştin. Mîrata wî çawa tê teqsîmkirin? 27.04.18 401
54 Ma mafê dê-bav di pereyê di encama mirinê de derdikeve de heye? 03.07.18 283
55 Mêr mir. Jinek, lawek û çar keçên wî hene. Mîrat dê çawa bê parve kirin? 01.03.18 475
56 Hukmên di der barê mîratê de çima di ayetên cuda de hatine gotin? 27.03.18 452
57 Ma malên ku di xweşiyê de tên hîbekirin jî dikevin nav mîratê? 30.04.18 410
58 Ma nîsbeta ku jin ji mîrata mêrê xwe digrin çiqas e? 04.07.18 293