Fetwayen Kurdi
Ma di Îslamê de tu ceza ji bo heqaretê heye?

Ma di Îslamê de tu ceza ji bo heqaretê heye?

Pirs: Cezayê kesê ku yekî misilman pîs dike yan jî gotinên ne xweş jê re bibêje çi ye?

Bersiv: Ji bilî ku mirov wî hişyar bike û lê şîret û nesîhetan bike pê ve, mirov nikare tu tiştekî din bike. Lewra dîn, qada ezmûnê ya herî mezin e. Ji bo dîtina rêya rast pêdivî bi nîqaşkirinê heye. Nîqaşên bi vî awayî nakevin qada huqûqa cezayê. Ji ber vê yekê divê ku mirov li ser tengasî û nerihetiyên ji wan nîqaşan derdikevin holê, sebir bike. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Hûn ê di mal û canê xwe de bêne ceribandin. Misoger hûn ê ji wan ên ku beriya we kitêb ji wan re hatiye dayin û ji wan ên ku ji Xwedê re hevpişkan çêdikin, pir gotinên birenc bibihîzin. Eger hûn sebir bikin û xwe biparêzin, vêca ha ew birastî ji karên mikûm ên giran in.[1]

Li hember heqaret û gotinên ne xweş ji sebir, tedbir û mayina li ser biryara xwe pê ve, tu rêyên din nehatine nîşandan. Pêxemberê me (s.a.w) ji yên ku di serî de misilman bûbûn, piştre ji dîn vegeriyan û durûyên ku serekên pirsgirêkan bûn, pir kişandiye; lê belê dîsa jî ceza nedaye wan. Ji vî aliyî ve, sûreyê Munafîqûn pir muhîm e. Em tewsiye dikin ku hûn bi fêhmkirinê vî sûreyî bixwînin.



[1] Alî Îmran, 3/186.