Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Mîrata wî dê di navbera dayik, kurek û sê keçên wî de çawa bê parvekirin?

Mêr mir. Mîrata wî dê di navbera dayik, kurek û sê keçên wî de çawa bê parvekirin?

Pirs: Zilam mir û li pey xwe dayik, sê keç û kurek hiştiye. Ma mafê dayika wî di mîratê de heye? Dê mîrat di navbera wêrisan de çawa bê belavkirin?

Bersiv: Her çiqas li gorî Qanûna Medenî ya ku li welatê me li dar e dema zarok an jî neviyên kesê mirî hebe/hebin dê û bavê wî nabin wêris jî, lê li gorî Îslamê dê û bavê mirî di her rewşê de (ango mirî çi li pey xwe zarok hiştibin çi jî nehiştibin) dibin wêrisên zarokên xwe.

Ayeta di der barê vê yekê de wiha ye:

Heke zarokên mirî hebin ji dê û bavê wî re şeşyek heye. Heke zarokên wî nebin û dê û bavê wî bibine mîratxwerê wî vêca ji bo dayîka wî sêyek heye. Heke xwişk û birayên wî hebin îcar ji dayîka wî re şeşyek heye…” (Nîsa, 4/11)

Li gorî vê ayetê, mîrata di pirsa li jor borî bi bal şeş paran ve tê dabeşkirin; parek ji dayika mirî re, ji her keçekê re parek, du par jî ji kur re dikeve. 1+ (1+1+1)+2= 6