Fetwayen Kurdi
Ma mafê dê û bav heye ku mîratê par ve nekin?

Ma mafê dê û bav heye ku mîratê par ve nekin?

Pirs: Beriya salekê bavê min çû ber rehma Xwedê. Dayika min û digel min em 5 xwişk hene. Ji bavê min 3 xanî û wesasyîtek ma; lê belê dayika min mîrat parve nekir. Dayika min hem ji Elmanya hem jî ji Turkiyeyê mûçe digre. Ji ber ku min daxwaza parvekirina mîratê kir xeyidî û gelekî ne xweş xeber da. Ez jî wicdanen nerihet bûm. Ma hukmê vê yekê di Îslamê de çi ye?

Bersiv: Da ku mafê mîratxwiran neke stûyê hev, divê ku mîrat herî zû were dabeşkirin. Dayik û bavên ku hevserên wan wefat kirine, dema zarokên wan daxwaza dabeşkirina mîratê bikin divê ku dilê wan nemîne û nexeyidin. Lewra parvekirina mîratê ne tiştekî ku li gorî kêfa wan were kirin, rasterast fermana Xwedê Teala ye.

Dema em werin meseleya we: Heke hemî terîke/mîrat 40 hisse/par were qebûlkirin ji heşta yek 1/8 ango 5 hisse ji dayika we re dikeve. 35 hisseyên mayî jî ji her keçikekê re (çi ezeb, çi jî zewicândî be) 7 hisse dikeve.

Mîrat, piştî ku xanî, wesayît, pereyên neqdî û hwd. ango ji terîkeya bavê we çi mabe hat berhevkirin dê bê parvekirin. Lê belê meaşê jinebitiyê yê ku dayika we digre ne tê de ye. Ango ew, jê re ye.