Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare zêde mal ji zarokê astengdar re bihêle?

Ma mirov dikare zêde mal ji zarokê astengdar re bihêle?

Pirs: Ez xwediyê çar zarokan im û hinek malê min heye. Ez dixwazim hemî malê xwe ji zarokê xwe yê ku hinekî nerihet e re bihêlim. Gelo ji aliyê Îslamî ve tu mehzûra wê heye?

Bersiv: Dê an jî bav dema li jiyanê bin, dê ji bo tedawiya zarokê xwe yê nexweş an jî astengdar mesref bikin. Ev rewşeke xwezayî ye.

Digel vê piştî mirinê yan jî hîn li heyatê divê ku di navbera zarokên xwe de bêdadî neyê kirin.

Di der barê vê yekê de hedîseke wiha heye:

‘Amir eş-Şe‘bî wiha gotiye: Min ji Nu‘manê kurê Beşîr dema wî (li Kûfeyê) li ser minberê xutbe dixwend bihîst; wiha digot: “Bavê min Beşîr, (bi zora dayika min) koleyek bexşî min kiribû. Dayika min ‘Amre keça Rewaheyê (ji bavê min re) got ku: Heta ku Resûlullah li ser vê hibeyê nekî şahid, ez razî nabim. Li ser vê yekê bavê min Beşîr, çû cem Resûlullah û got: Ya Resûlellah! Min dîlek diyarî kurê xwe yê ji ‘Amre keça Rewaheyê kir. Lê belê ‘Amre ji min daxwaz kir ku ez te li ser vê yekê bikim şahid. Resûlullah pirsî: “Ma -te wekî ku daye Nu‘manî-  te daye zarokên xwe yên din jî?”

Beşîr got: Naxêr (min nedaye).

Li ser vê yekê Pêxember ji Beşîr re wiha got: “Ji Xwedê bitirsin û di navbera zarokên xwe de bi dadmendî tev bigerin.

Nu‘man wiha got: Êdî bavê min ji cem Pêxember hat û diyariya ku dabû min ji min stend. (Buxarî, Hîbe, 11)

Mîrat, li gorî hukmên ku Xwedê Teala diyar kirine tê dabeşkirin. Mafê bav tuneye ku rêjeyên mîratê diyar bike.

Ji bo pirs-bersiveke manend ji kerema serî li navnîşana jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bir-kisi-mirasini-cocuklarindan-sadece-birine-birakabilir-mi.html