Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Jin, sê law û du keçên wî hene. Mîrata wî dê çawa bê belavkirin?

Mêr mir. Jin, sê law û du keçên wî hene. Mîrata wî dê çawa bê belavkirin?

Pirs: Em sê law û du keç bi tevahî 5 xwişk û bira ne. Dayika me jî li heyatê ye. Ji bavê me 150 hezar lîre mîrat ma. Hûn dikarin vê mîratê li gorî huqûqa Îslamê par ve bikin?

Bersiv: Beriya her tiştî dayika we ji heşta yek ji mîratê digre. Yê mayî jî zarokan re ye. Ji lawan re du par û ji keçan re parek dikeve. Li gorî vê, eger terîke/mîrat 64 hisse/par were qebûlkirin, ji heşta yek ango heşt par ji dayika we re dikeve. Ji 56 hisseyên mayî jî ji her lawekî re 14 par, ji her keçekê re jî 7 par dikeve.

Dema 150.000 lîre bi wekhevî li 64 hisseyan bê dabeşkirin, her hisseyek 2.343,75 dike. Li gorî vê, divê hûn mîratê wiha belav bikin:

Ji jina mirî ango ji dayika we re 8 x 2.343,75 = 18.750 lîre

Ji her kurekî re 14 x 2.343,75 = 32.812 lîre (bi tevahî 98.437)

Ji her keçekê re 7 x 2.343,75 = 16.406 lîre (bi tevahî 32.812)