Fetwayen Kurdi
Xalê min mir. Di rewşa ku zarokên wî hebin de ma dayika min dibe wêrisê wî?

Xalê min mir. Di rewşa ku zarokên wî hebin de ma dayika min dibe wêrisê wî?

Pirs: Xalê min mir. Sê zarokên wî hene. Gelo di vê rewşê de mafê dayika min di mîratê de heye?

Bersiv: Di rewşa ku zarokên kesê mirî (xalê we) hebin, xwişk û birayên wî (ango dayika we û xwişk û birayên wî yên din) nabin wêris.

Eger terîke ango mîrata dê an jî bavê wê di navbera wêrisan de nehatibe dabeşkirin, di vê rewşê de dayika we dibe wêris.