Fetwayen Kurdi
Ma birayên mezin dikarin di mîratê de doza heqekî zêdetir bikin?

Ma birayên mezin dikarin di mîratê de doza heqekî zêdetir bikin?

Pirs: Em sê bira ne. Temenê me 50, 44 û 39 e. Bavê me li heyatê ye û em bi hev re dijîn. Dema em bixwazin malê xwe yê hevpar dabeş bikin, ma divê em bi wekhevî yan jî li gorî temenê xwe parve bikin? 

Bersiv: Di parvekirina mîratê de ne temenê wêrisan, zayendî û ka çiqas kesê mirî  ye esas û bigeh tê girtin. Kesê mirî li gorî ku we diyar dema li pey xwe sê zarok hiştibin eger temamê wêrisan kur bin, terîke ango mîrat bi wekhevî bi bal sê paran ve tê dabeşkirin. Eger ji zarokan yek keç be, zarokê kur du paran, ê keç jî parekê ji mîratê digre. Ayeta têkildar wiha ye:

Xwedê, di der barê zarokên we de li we ferman dike ku ji mîratê, ji kuran re bi qasî para du keçan heye. Eger zarokên keç di ser diduyan re bin, vêca ji sisêyan didu yê mîratê ji wan re ye. Eger keçek bi tenê be nîvê mîratê jê re ye…” (Nîsa, 4/11).

Li gorî ku bavê we neçûye ber rehma Xwedê, dabeşkirina mîratê çênabe. Eger malekî ku we bi keda xwe bi dest xistibe hebe û hûn bixwazin wî malî di nav xwe de par ve bikin, em tewsiye dikin ku hûn yekî yan jî çend kesan bikin navbijvan/hekem û malê xwe li gorî wê par ve bikin.