Fetwayen Kurdi
Ma meseleya “‘awliyye”yê ya di mîratê de çi ye?

Ma meseleya “‘awliyye”yê ya di mîratê de çi ye?

Pirs: Ma meseleya “‘awliyye”yê çi ye? Çareserkirina meseleya li jêr dê çawa be? “Di malbatekê de; bav hevser, sê zarokên keç, dê û bavê bav hene. Ji her sê zarokên keç re 2/3, ji bo her yekî ji dê û bav re 1/6, ji hevsera wî re jî 1/8 dimîne. Dema em van paran bidin ser hev di dewsa ku encam 1,0  derkeve, (2/3) +(1/6) + (1/6) + (1/8 ) = 27/24 = 1,125 derdikeve.”

Bersiv: Kêmketin ango têrnekirina parên mîratê –yên ku di Qur’ana Pîroz de hatine diyarkirin– di navbera wêrisan de qet ne pêkan e. Sedema parvekirina ku qala wê tê kirin ji îctihada şaş û ji nedîtina têkiliya di navbera wêrisan de derketiye holê. Di vir de berî her tiştî hevsera mirî ji heşta yekê mîratê digre, tiştê mayî jî dê di navbera wêrisên bi rêya xwînê dibin xizmên mirî were parvekirin. Piştî derxistina para hevsera mirî, dayik ji şeşa yek, bav re ji şeşa yek û sê keç jî ji sisêya diduyê tiştê mayî digrin. Di meseleya ku qala wê hat kirin de eger terîke ango mîrat 48 hisse/par were qebûlkirin, hevsera wî ji heşta yek 6 paran bigre. Tiştî mayî ji mîratê jî dê di navbera xizmên wî yên bi rêya xwînê de li gorî rêjeyên ku di Qur’anê de hatine diyarkirin bê belavkirin. Li gorî vê, dê û bav dê ji şeşa yek ango 7 paran ji 42 hisseyên mayî bigrin. Her sê keç jî 28 paran ango ji sisêya diduyê 42 hisseyên mayî bigrin.

Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê ku divê ‘awliyye neyê kirin û yekem car kengî ‘awl hatiye kirin de ji kerema xwe re nivîsa li jêr bixwînin:

www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/avliyye-meselesi.html