Fetwayen Kurdi
Ma ez dikarim mala xwe wesiyet bikim?

Ma ez dikarim mala xwe wesiyet bikim?

Pirs: Piştî ku ez û hevsera min mirin ez ê mala xwe hîbeyî Qur’an qursiyekê bikim. Ji zarokên xwe re jî erseyê dihêlim. Gelo tu mehzûreke vê yekê heye?

Bersiv: Hîbekirina malekî bi şertê piştî mirinê,di wateya revandina mal ji wêrisan e. Ji vê ne xêr, li berevajî vê guneh hasil dibe. Lewra bi mirinê re mal, êdî dibe yê wêrisan. Mafê we tuneye ku hûn malekî wiha bexş bikin. Divê hûn hîn li jiyanê ne bexş bikin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji rizqê ku Me daye we înfaq bikin, beriya ku mirina yekî ji we bê û bibêje: Perwerdegarê min! Xweziya Te mirina min bidaya paş, da min sedeqe bidaya û ez bibûma ji qencîkaran! Xwedê, mirina tu kesî bi paş de naxe dema ku mirina wî were. Xwedê bi ya hûn bikin agahdar e.”( Munafîqûn, 63/10-11)

Li ser pirsa sehabiyekî ku ji Pêxemberê me dipirse “kîjan sedeqe bi xêrtir e?”, hatiye ragihandin ku Qasidê Xwedê wiha bersiv daye:

قال  أن تصدق وأنت صحيح حريص تأمل الغنى وتخشى الفقر ولا تمهل حتى إذا بلغت الحلقوم قلت لفلان كذا ولفلان كذا وقد كان لفلان

Di rewşeke ku tu li ser xwe bî (ne nexweş bî), pir çikûz bî, ji xizaniyê bitirsî û hêviya te di dewlemendiyê de hebe û tu sedeqeyê bidî. (Vi karî) nehêle heta ku ruh bigihîje gewriya te û tu bibêjî bila ewqasî bidin filankes û ewqasî bidin bêvan kes. Bi hizir be, (ew mal) ji xwe bûye yê filankes.” (Buxarî, Zekat, 10; Muslim, Zekat, 92 (1032)

Wesiyeta piştî mirinê, di wateya wesiyeta ku êdî mal dibe ê wêrisan tê kirin e. Bi sedema ku temamê têkiliya kesê wesiyetê dike ji mal hatiye birîn, ji wesiyeteke wiha hêviya tu xêrê nayê kirin.

Eger hûn li heyatê di rewşeke saxlem de xêrê bikin, dê piştî mirina we jî wekî sedeqeya cariye xêra wê ji we re bê:

Li gorî ku ji Ebû Hureyre (x.j.q) hatiye ragihandin, Qasidê Xwedê wiha gotiye:

Dema însan bimire, ji van her sê karên wî pê ve, xêrê hemû karên wî tên birîn:

Sedeqeya cariye, (dema ji bo riza Xwedê Teala hatibe kirin, piştî mirina mirov jî xêra wê dewam dike.)

‘Ilmê ku îstifade jê bê dîtin.

Zarokên bi xêr ên ku piştî wî jê re dua bikin.” (Muslim, Wasiyet, 14 (1631). Bnr: Ebû Dawûd, Wesaya, 14; Tirmizî, Ehkam, 36; Nesaî, Wesaya, 8)

Em tewsiye dikin ku hûn li dersên di der barê vê mijarê de ji navnîşanên jêr temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/olen-kisinin-mali-ile-hayir-yapilmasi-ona-bir-fayda-saglar-mi.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bir-kisi-mirasini-cocuklarindan-sadece-birine-birakabilir-mi.html