Fetwayen Kurdi
Zilam mir. Jinek û sê zarok li pey xwe hiştin. Mîrat dê çawa bê belavkirin?

Zilam mir. Jinek û sê zarok li pey xwe hiştin. Mîrat dê çawa bê belavkirin?

Pirs: Em sê zarok in. Bavê me wefat kir, dayika me li heyatê ye. Mîrata ku ji bavê me maye, dê bi bal sê yan çar paran bê dabeşkirin? An jî temamê mîratê ji dayika me re dikeve?

Bersiv: Ji heşta yekê mîratê ji dayika we re dikeve. Eger bav û dayika bavê we (dapîr û bapîrê we) tune bin tiştê mayî ji mîratê dê di navbera her sê (zarokên mirî) de were teqsîmkrinin. Eger temamê zarokan keç an jî kur bin, dê mîrat bi wekhevî di nav wan de were parvekirin. Eger zarok kurek û du keç bin, an jî du kur û keçek bin dê mîrat bi awayê ku law bi qasî para du keçan bigre were belavkirin.