Fetwayen Kurdi
Jin mir. Hevserê wê, birayek û xwişkek wê heye. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Jin mir. Hevserê wê, birayek û xwişkek wê heye. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Pirs: Pîrek mir, lê belê zarokên wê tunene. Li pey xwe hevser, birayek û xwişkek hiştiye. Zêr, hinek pereyê, wesayît û xaniyekê wê heye. Em ê mîrata wê çawa dabeş bikin?

Bersiv: Li gorî Qur’ana Pîroz hevserê pîrekê, nîvê mîratê digre. Ji mîrata mayî bira du paran, xwişk jî parekê digre. Li gorî vê, mîrat dê bi bal 6 hisseyan bê dabeşkirin: 3 par ji hevserê wê re, 2 par ji birayê wê re û ji xwişka wê re jî parek dikeve.