Fetwayen Kurdi
Ma dayik dikare ji mîrata zarokên xwe yên sêwî îstifade bike?

Ma dayik dikare ji mîrata zarokên xwe yên sêwî îstifade bike?

Pirs: Zarokekî 10 salî bûye wêrisê bavê xwe,  di vê rewşê de ma dayika wî ya helal dikare ji wê mîratê îstifade bike?

Bersiv: Dema mêrek bimre û li pey  xwe jin û zarokek hiştibe, ji heşta yekê mîratê ji jina mirî re ye. Eger dê û bavê kesê mirî tune bin ji heşta heftê mîratê (ango pişta derxistina para jinê tevekê tiştê mayî) ji zarok re dikeve.

Dayik, dê ji malê zarok nefeqeyê wî bide. Eger hewcederiya dayikê hebe bi sedema hizmeta ku dike bi awayekî munasib -li gorî rêya aql û dîn- ew jî dikare ji wî malê zarok bixwe.

Di der barê malê sêwîyan de Xwedê Teala di gelek ayetan de Misilman hişyar kirine, xwarina malê wan “bi neheqî” û “îsrafkirina” malê wan qedexe kiriye. Wergera çend ayetên têkildar wiha ye:

Malên we yên ku Xwedê ji bo we kiriye debar, nedine kesên kêmhiş. Bi wî malî wan xwedî bikin, bi cil û berg bikin û ji wan re gotina xweş bibêjin.

Sêwiyan, heta çaxa zewacê biceribînin; eger hûn hişmendiya (reşîdbûna) wan bibînin, vêca malên wan bidine wan. Ji tirsa ku dê sêwî zû mezin bibin (û ew ê malên xwe ji we bistînin), bi destbelavî û lezgîniyê malên wan nexwin! (Ji weliyan) kî zengîn be, bila ji  (xwarina) malên wan xwe dûr bigre. Kî jî xizan be, bila (ji ber xizmeta xwe)  li gorî me‘rûfê jê bixwe. Dema we malên wan dan wan, li serê şahidan rakin. Xwedê ji aliyê hesabpirsînê ve besî we ye.” (Nîsa, 4/5-6)