Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Dê, bav, hevser û keçeke wî heye. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Mêr mir. Dê, bav, hevser û keçeke wî heye. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Pirs: Zilam mir. Li pey xwe dê, bav, hevser û keçek hişt. Mîrata wî dê çawa bê teqsîmkirin?

Bersiv: Beriya her tiştî hevsera mirî ji heşta yekê mîratê digre. Hem ji dê û hem jî bav re -lê belê piştî derxistina para jinê ango ji heşta yekê ji mîratê- ji şeşan yekê digrin. Keç jî yê mayî (berê para xwe tiştê zêde jî bi rêya reddê) digre. Li gorî vê teqsîma mîratê wiha tê kirin:

Mîrat bi bal 48 hisseyan ve tê dabeşkirin. Hevsera  mirî ji heşta yekê mîratê ango 6 paran/hisseyan digre. Ji 42 hisseyên mayî hem dê û hem jî bav 7 (bi tevahî 14) hisseyan digrin. Yê mayî jî keç digre.