Fetwayen Kurdi
Ma li gorî ayeta 7an ji sûreyê Nîsa jin û mêr di mijara mîratê wekî hev in?

Ma li gorî ayeta 7an ji sûreyê Nîsa jin û mêr di mijara mîratê wekî hev in?

Pirs: Di ayeta 7an ji sûreyê Nîsa tê vegotin: Wekî ku di mîrata xizman de ji mêran re 1 par  heye, ji jinan re jî 1 par heye. Ma ev 1 par, di çi wateyê de ye, hûn dikarin rave bikin?

Bersiv: Di wê ayetê de Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

Ji mîrateya ku dê û bav û lêziman li pey xwe hiştine, ji mêran re parek heye. Ji bo jinan jî, ji mîrateya ku dê û bav û lêziman li pey xwe hiştine parek heye. (Ji malê mîratê) çi hindik be çi pir, pareke misogerkirî heye.”

Îfadeyên “ji mêran re parek heye (…) ji jinan jî re parek heye” yên ku di meala ayetê de diborin, wergera bêjeya “نصيب , nesîbun” ya ‘Erebî ye. Ev jî di wateya ‘hisseyeke diyar, par’ê de ye û aşkere dike ku di di navbera mêr û jinan de di mijara “wêrisiyê” de tu cudahî tuneye; ferqa di navbera wan de bi tenê ji aliyê paran ve ye. Jixwe di ayetên piştî vê de ev hisse hatine diyarkirin.

Ayetên têkildar wiha ne:

Xwedê, di der barê zarokên we de li we ferman dike ku ji mîratê, ji kuran re bi qasî para du keçan heye. Eger keç, di ser duyan re bin, vêca ji sisêyan didu yê mîratê ji wan re ye; eger keçek be nîvê mîratê jê re ye. Eger zarokên mirî hebin ji bo her yekî ji dê û bavê wî re şeşyek heye. Eger zarokên wî nebin û dê û bavê wî bibine mîratxwerê wî vêca ji dayîka wî re sêyek heye. Eger xwişk û birayên wî hebin îcar ji bo dayîka wî şeşyek heye. Ev, piştî pêkanîna wesiyet an jî dayîna deynên wî tê kirin. Bav (û dayik)ên we û kurên (zarokên) we, ji aliyê fêdeyê ve hûn nizanin kîjan ji we re  nêztir in. (Ji lewra) par, ji aliyê Xwedê ve wiha hatine diyarkirin. Bê guman Xwedê zana ye, karbinecihê di karê xwe de ye.

(Gelî mêran!) ji mîrateya ku ji jinên we maye, eger zarokên wan tune bin nîvî yê we ye. Eger zarokên wan hebin vêca çaryeka mîrateya ku li pey xwe hiştine ji we re ye. Ev Piştî pêkanîna wesiyet an jî dayîna deynên wan e. Eger zarokên we nebin çaryeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye ji bo jinên we ye. Vêca eger zarokên we hebin, ji bo wan heştyeka mîrateya ku we li pey xwe hiştiye heye. Ev jî piştî pêkanîna qewîtiya we û piştî dayîna deynê we ye.

Eger mêr an jî jinek  (ji aliyê dê ve) bi kelaletî bimre (zarok û dayika wî tunebe lê ji aliyê dê ve) bira yan jî xwişkek hebe, ji bo her yekî ji wan şeşyek heye; eger xwişk û bira ji yekî pirtir bin vêca ew bi wekhevî di sêyekê de pişkdar in. Ew, –bi awayê ku tu ziyanê nede– piştî pêkanîna wesiyet an jî dayîna deyn dibin xwediyê wê parê. Xwedê zana ye, berbihêr e.

Ev (dabeşkirina mîratê) sînorên ku Xwedê danîne. Kî bi ya Xwedê û Qasidê Wî bike, dê wî bixe bihuştên ku çem di nav wan de diherikin, dê heta hetayê tê de bimînin, ha ev e serfiraziya mezin.

Kî jî bêemriya Xwedê û Qasidê Wî bike û ji sînorên Wî derbas bibe, dê wî têxe agirekî ku tê de seraqetî bimîne. Ezabê riswaker jê re ye.” (Nîsa, 4/11-14)