Fetwayen Kurdi
Jin mir. Hevser, lawek û çar keçên wê hene. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Jin mir. Hevser, lawek û çar keçên wê hene. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Pirs: Dayika min wefat kir. Gotinên wê yên beriya mirinê wiha bûn: “Ev xanî ji lawê min re, ev parçeyên mayî ji 4 keçên min re, parçeyê din ê biçûk jî ji bavê we re ye.” Ev mal ji bavê dayika min jê re mabû. Ma divê em ango bâvê min, lawek û çar keç vê mîratê di navbera xwe de çawa teqsîm bikin? Ma em bi gotina dayika xwe bikin? Jixwe ji van her şeş kesan pê ve tu wêrisên din jî tunene.

Bersiv: Di vir de divê hûn bi gotina dayika xwe mekin. Lewra Xwedê Teala diyar kiriye bê ka terîke ango mîrat dê di navbera wêrisan de çawa were parvekirin. Li gorî vê, mîrat dê bi bal 8 paran ve were dabeşkirin: Hevserê mirî (ango bavê we) dê çaryeka mîratê (1/4) ango du paran bigre. Her keçek jî dê hisseyekê (bi tevahî 4 hisseyan) bigre. Law jî dê du hisseyan bigre.