Fetwayen Kurdi
Ma di dabeşkirina mîratê de çima hûn pêşaniyê didin jinan?

Ma di dabeşkirina mîratê de çima hûn pêşaniyê didin jinan?

Pirs: Mêr dimre, li pey xwe sê keç, dayik û jina xwe dihêle. Di vê rewşê de mîrat çawa tê teqsîmkirin? Di malpera we de pirseke bi vî awayî heye… Lê belê heke hûn rave bikin bê ka çima berê hevser 1/8 digre û piştre tiştê mayî di nav yên din de tê dabeşkirin, ez ê gelekî dilşad bibim.

Bersiv: Bersiva beşa yekem ji pirsa we di lînka jêr de ye:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=4415

Bersiva beşa duyem ji pirsa we wiha ye: Di Qur’anê de (Nîsa, 4/12) para mêr û jinê ji mîratê li gorî ka zarokê mirî hene yan tunene diguhere, ji bilî zarokan tu mîratgirên din para ku mêr û jin ji terîkeyê digrin naguherîne. Ev, aşkere dike ku mêr û jin dê di serî de para xwe ji terîkeyê bigrin, xizmên din jî piştî derxistina para mêr û jinê dê tiştê mayî ji mîratê di nav xwe de teqsîm bikin. Sebebê mîratgiriya mêr û jinê zewac e. Lê sebebê mîrtagiriyê ji bo xizmên din eqrebatî ye.

Wêrisiya kesên we bi wan “ehdname kiriye” ya  ku di ayeta 33an ji sûreyê Nîsa derbas dibe “jin in”. Ji ber di heman ayetê de hatiye fermankirin ku “para wan bidine wan”, pêşanî ji wan re ye.