Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Hevser, kurek û sê keç man. Mîrat dê çawa were teqsîmkirin?

Mêr mir. Hevser, kurek û sê keç man. Mîrat dê çawa were teqsîmkirin?

Pirs: Bavê min çû ber rehma Xwedê. Dayika min, 3 xwişkên min û ez (lawek) man. Em ê niha mîrata ku ji bavê min maye çawa dabeş bikin?

Bersiv: Heştyeka mîratê ji dayika we re dikeve. Tiştê mayî jî dê di navbera zarokan de -bi awayê ku ji law re bi qasî para du keçan be- were teqsîmkirin. Li gorî vê, dabeşkirina mîratê dê wiha be:

Mîrat dê bi bal 40 hisseyan were dabeşkirin; pênc hisse ji dayika we re, ji her xwişkeke we re heft hisse, çardeh hisse jî ji we re dikeve. 5+7+7+7+14=40