Fetwayen Kurdi
Kesên di karê giran de dixebitin ma dikarin rojiyê negrin?

Kesên di karê giran de dixebitin ma dikarin rojiyê negrin?

Pirs: Kesên di karê giran de dixebitin ma divê rojiyê bigrin an negrin? Heke negrin hukmê wê çi ye? Wekî mînak karê înşeatê giran e; çîmento, qûm, hesin, rakirin-danîn, barkirin-daxistin… Jixwe germî jî malûm e. Divê mirov çi bike?

Bersiv: Xebata di karên giran de nabe asteng ji bo girtina rojiyê. Di dînê me de bi tenê ji kesê nexweş û rêwî re ruxset hatiye dayin ku rojiyê megrin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Di çend rojên bi jimar de rojiyê bigrin. Di wan rojan de kî ji we nexweş yan jî di rêwîtiyê de bei bila biqasî wan rojên borî di rojên din de bigre. (…) Meha Remezanê, ya ku Qur’an tê de hatiye şandin ayetên wê ji mirovan re rêber in û ji bo veqetandina heq ji batilî delîlên eşkere ne. Êdî kî ku ji we gihaşt vê mehê bila tê de rojî bigire. Çi kesê ku nexweş yan jî rêwî be û rojî negirtibe bila di rojên din de biqasî wan rojên ku rojî negirtiye, bigre…” (Beqere, 2/184-185)

Xebata di germiyê de, dirêjahiya saetên ku rojî tê girtin, xebata di karê giran de û rewşên wekî van nabin sedemên lirê ango meşrû ji bo negirtina rojiyê. Lê belê kesên bi vî rengî heke nexweş bikevin wê gavê dikarin rojiyê negrin.

Jixwe ji hîkmetên rojiyê yek jê jî (di germa, serma, rojên dirêj û hwd.) diyarkirina bê ka mirov dê di her şert û mercan de fermana Xwedê Teala ya bi girtina rojiyê bîne cih an na. Wekî ku di wergera ayetên li jor borîn de xuya bû, prensîna hêsaniyê ya di rojiyê de bi tenê ji bo nesax û rêwîyan e. An na her kesê ku bixwesta rojiyê negre dê li gorî xwe ji xwe re sedemek bidîta û dê bikaribûna ji prensîba hêsaniya negirtina rojiyê îstifade bikira.