Fetwayen Kurdi
Kesê di Remezanê de derdikeve tetîlê ma dikare rojiya xwe piştre qeza bike?

Kesê di Remezanê de derdikeve tetîlê ma dikare rojiya xwe piştre qeza bike?

Pirs: Kesê di meha Remezanê de ji keyfî diçe tetîlê ma rêwî tê jimartin û ji ber vê yekê dikare rojiya xwe bihêle qezayê? Hukmê ku mirov -bi sedema ku hewa germ e- daku rojiyê negre û piştre qeza bike derkeve rêwîtiyê çi ye?

Bersiv: Rojî, îbadeteke ku bi tehavî di navbera Xwedê û însan de ye. Xwedê Teala jî ragihandiye ku kesê nesax û rêwî dikarin rojiyê negrin. Xwedê teqez dizane bê mirov ji bo çi derketiye rêwîtiyê. Heke niyet û armanca wî reva ji rojiyê be, dê hesabê vê yekê bide Xwedê. Em însan nikarin biryara vê bidin. Li gorî me, dema yek di zahir de rêwîtiyê bike bêyî ku li armanca wî binêrin em dikarin bibêjin ku dikare rojiya xwe bihêle qezayê.