Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare di rojiyê de avê di dev û pozê xwe wernede?

Ma mirov dikare di rojiyê de avê di dev û pozê xwe wernede?

Pirs: Di meha Remezanê de dema ez bi rojî avê di devê xwe werdidim, hisa her wekî ku ez ê avê daqurtînim li min peyda dibe û nêzî 15 deqîqeyan ez nikarim xweziya xwe daqurtînim. Ma dibe ku ez di rojiyê de avê di devê xwe wernedim?

Bersiv: Ew, wesweseyek e. Piştî ku we ava di devê xwe de avêt pê re xweziya xwe daqurtînin û li ser vê dewam bikin; an na dê şeytan we dilnerihet û bêhedar bike. Bi kurtasî divê hûn weswese mekin.

Werdana avê di dev û poz de ne ji ferzên desmêjê; ji sunnetên wê ne. Ji ber vê yekê heke hûn van nekin jî dîsa desmêja we durist e. Lê belê divê em dibîr bînin ku Pêxemberê me di desmêjê de digel ku bi rojî jî bû av di dev û pozê xwe werdida.