Fetwayen Kurdi
Kefaretê rojiyê di kîjan rewşan de tê dayin?

Kefaretê rojiyê di kîjan rewşan de tê dayin?

Pirs: Min di meha Remezanê de rojekê biqesdî rojiya xwe xwar. Kefaretê vê çi ye? Ma mirov dikare kefaretê wê bi pereyan bide? Pîvan çi ye?

Bersiv: Her Mislimanê ku gihaştibe dema balixbûnê û biaqil be,  lazim e meha Remezanê bi rojî derbas bike. Bêyî hebûna uzrekî negirtina rojiyê heram e, ji gunehên mezin e. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Di çend rojên bi jimar de rojiyê bigrin. Di wan rojan de kî ji we nexweş yan jî di rêwîtiyê de bei bila biqasî wan rojên borî di rojên din de bigre. (…) Meha Remezanê, ya ku Qur’an tê de hatiye şandin ayetên wê ji mirovan re rêber in û ji bo veqetandina heq ji batilî delîlên eşkere ne. Êdî kî ku ji we gihaşt vê mehê bila tê de rojî bigire. Çi kesê ku nexweş yan jî rêwî be û rojî negirtibe bila di rojên din de biqasî wan rojên ku rojî negirtiye, bigre…” (Beqere, 2/184-185)

Di van ayetan de hatiye diyarkirin ku bi tenê kesên nexweş û rêwî di rewşa ku rojiyê negrin de dikarin piştre qeza bikin. Kesê di meha Remezanê de biqesdî rojiyê negre, temamê temenê xwe bi rojî derbas bike jî nikare wê kêmasiyê dagre. Ji Pêxemberê me hatiye ragihandin ku wî wiha gotiye:

عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ، قَالَ قَالَ رَسُولُ اللَّهِ صلى الله عليه وسلم ‏”‏ مَنْ أَفْطَرَ يَوْمًا مِنْ رَمَضَانَ مِنْ غَيْرِ رُخْصَةٍ وَلاَ مَرَضٍ لَمْ يَقْضِ عَنْهُ صَوْمُ الدَّهْرِ كُلِّهِ وَإِنْ صَامَهُ ‏”

Kî di meha Remezanê bêyî ku uzrê wî hebe yan jî nexweş be rojekê rojiya xwe bişkîne, temamê temenê xwe bi rojî derbas bike jî nakeve dewsa wê rojiya ku şikandiye.” (Buxarî, Sewm, 29; Tirmizî, Sewm, 27; İbn Mace, Siyam, 14; Darimî, Sewm, 18; Ehmedê kurê Henbel, II/458, 470)

Tiştê ku dê bike ev e: Dê tewbe bike (poşman bibe) û careke din wî karî dubare neke.