Fetwayen Kurdi
Ma nimêja terawîhan bid‘et e?

Ma nimêja terawîhan bid‘et e?

Pirs: Piştî ku Hezretî ‘Umer kirina nimêja terawîhan bi civakî da destpêkirin gelo çima got “ev çi bid‘eteke rind e.” Ma tevekê bid‘etan ne gunrahî ne?

Bersiv: Beriya ku em derbasî bersiva pirsê bibin hewce ye em bibînin ka wateya bid‘etê çi ye:

Bid‘et, ji nêrîn û karên ku di dîn de tunene û piştre derketine holê û îbadet tên qebûlkirin re, ji kirinên li dijî sunnetê re tê gotin.

Bêjeya bid‘etê ya ku di gotina Hezretî ‘Umer de “ev çi bid‘eteke rind e” dibore, ne di wateya bid‘etê ya jorîn de ye. Divê ku em vê hevokê di wateya “wiha qenctir çêbû” ango bi wateya xwe ya ferhengê; ne di wateya istilahî de were fêhmkirin. Lewra Hezretî ‘Umer bi vê kirina xwe di dîn de tiştekî nû dernexistiye holê. Wî, kirina nimêja nafîle ya ku hin sehabiyan bi tena serê xwe, hinan jî bi du-sê kesan re bi civakî dikirin, bi cimetekê daye temînkirin. Mînaka vê jî di sunnetê de heye.

Resûlullah (s.a.w) gava ku di îtikafê de bû nimêja teheccudê (ev nimêj wekî ku tê zanîn ne nimêja terawîha bû!) ya ku li wî ferz, lê ji ummeta wî re sunnet bû dikir, hin sehabî jî bûne tabi‘ê wî. Ev rewş sê rojan bi vî awayî berdewam kiriye, roja çaran da ku ev nimêj wekî ya ferz neyê gumankirin Pêxemberê me ji sehabiyan re gotiye ku divê nimêjê li malên xwe bikin, lê belê ne gotiye nimêjên ku di her sê rojan de hatine kirin jî betal in! Ev tê wateya ku nimêja şevê ango ya teheccudê bi civakî jî tê kirin. Lê belê ya qenctir ku mirov vê nimêjê, ne li mizgeftê; li malê, piştî ku qasekî razê û hişyar bibe, bike. Hedîsa Pêxemberê ya li ser vê meseleyê wiha ye:

(…) “Gelî mirovan! Vê nimêjê li mala xwe bikin. Lewra ji bilî nimêja ferz, nimêja herî birûmet a ku mirov li malê dike.” (Buxarî, Ezan, 81; Muslim, Selatu’l-Musafirîn, 213 (781))

Di dawiya hedîsa ku di pirsa we de dibore Hezretî ‘Umer wiha gotiye:

“(…) Ev nimêja ku di gava ev radizên de tê kirin, ji ya ku niha tê kirin bi xêrtir e.” (Buxarî, Terawîh, 1)

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê nimêja terawîhan de ji kerema xwe re serî li navnîşanên jêr bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/peygamberimiz-uc-gun-sureyle-teravih-namazi-kildirmis-midir.html

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/teravih-namazi.html

http://www.suleymaniyevakfi.org/bulten/teravih-kilmak-sirk-mi