Fetwayen Kurdi
Ma bikaranîna banda nîkotînê rojiyê dişkîne?

Ma bikaranîna banda nîkotînê rojiyê dişkîne?

Pirs: Ez hewl didim ku dev ji kişandina cixareyê berdim û ji bo vê jî banda nîkotînê bikar tînim. Gelo ez dikarim vê bandê bi rojî jî bikar bînim? Seydayek dibêje ku “bikaranîna banda nîkotînê rojiyê dişkîne”, yekî din dibêje “naşkîne”. Kîjan rast e?

Bersiv: Li gorî ayeta 187an ji sûreyê Beqere tiştên ku rojiyê dişkînin; xwarin, vexwarin û têkiliya cinsî ye. Bi sedema ku bikaranîna banda nîkotînê, ne yek ji van e rojiyê naşkîne. Ên dibêjin “dişkîne” divê ku bi awayekî zanistî îsbat bikin bê ev dikeve bin kîjan qismî.