Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Hevser, pênc kur û du keçên wî hene. Mîrat dê çawa were teqsîmkirin?

Mêr mir. Hevser, pênc kur û du keçên wî hene. Mîrat dê çawa were teqsîmkirin?

Pirs: Bav mir. Li pey xwe hevser, pênc law û du keç hiştin. Mîrat dê çawa were teqsîmkirin?

Bersiv: Hevsera mirî, dê heştyeka mîratê bigre. Tiştê mayî jî dê di navbera zarokên wî de -bi awayê ku ji kur re bi qasî para du keçan- were dabeşkirin. Em dikarin ji aliyê matematîkî ve wiha vebêjin:

Mîrat bi bal 96 paran ve tê dabeşkirin. 12 par ji hevsera mirî re ye. ji her lawekî re 14 par dikevin. Ji her keçekê re jî 7 par dikevin. 12+70 (5X14)+14 (2X7)=96.