Fetwayen Kurdi
Dema zarokên mirî hebin ma ji birayên wî re par dikeve?

Dema zarokên mirî hebin ma ji birayên wî re par dikeve?

Pirs: Bavê min mir. Dayik, ez (law), bira, du xwişk, du ap û metên min hene. Ez dixwazim parên van kesan ji mîratê hîn bibim. Hûn dizanin di roja me de bi biryara dadgehê her kes bi wekhevî parê digre. Lê belê ez ê ji para ji min dikeve bexş bikim û hewl bidim ku fermana Xwedê Teala bînim cî.

Bersiv: Mîrata mirî ji hevser, du law û du keçên wî re dikeve. Li gorî vê, mîrat dê bi bal 48 paran ve were teqsîmkirin; 6 par ji hevsera wî re (ango ji dayika we re), ji her lawekî re 14 par û ji her keçekê re 7 par dikeve. 6+14+14+7+7=48

Dema zarokên hebin, xwişk û birayê mirî nabin wêris. Ji ber vê yekê ap û metên we ji mîrata bavê we tu parê nagrin.