Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Dayik, hevser, lawek û du keçên wî man. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Mêr mir. Dayik, hevser, lawek û du keçên wî man. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Pirs: Seyda, zilamek miriye. Li pey xwe dayik, hevser, lawek û du keç hiştine. Di vê rewşê de ji aliyê dînî ve parên wan ji mîratê çi ne? Wekî din jî heke riza bira hebe, ma wêris dikarin mîratê bi wekhevî di nav xwe de dabeş bikin?

Bersiv: Divê mîrat bi bal 192 paran ve were dabeşkirin. Ji heştyeka mîratê 24 par ji hevsera mirî re dikeve. Ji 168 parên mayî şeşyeka mîratê ango 28 par yê dayika mirî ye. 140 parên din jî dê bi bal çar paran ve were teqsîmkirin. Ji her keçekê re 35  (bi tevahî 70) par dikeve. 70 par jî ji zarokê lawîn re dikeve.

Bi sedema ku Xwedê Teala di ayetên di der barê mîratê de wiha ferman kiriye, divê ku di serî de mîrat bi vî awayî were dabeşkirin. Piştre kesê bixwaze dikare ji para xwe bide ya/yên din.