Fetwayen Kurdi
Ma mafê dê-bav di pereyê di encama mirinê de derdikeve de heye?

Ma mafê dê-bav di pereyê di encama mirinê de derdikeve de heye?

Pirs: Di encama qezaya çûnhatinê de mêrê min wefat kir. Keçeke min heye, ew jî li nik min e. Min ji kasko û sîgortaya trafîkê mîqdarek pere girt. Wekî din ziyana wesayîtê ji aliyê kaskoyê ve hat dayin. Ji pereyên ku min girtine dê û bavê mêrê min doza heq dikin. Di vê meseleyê de dê teqsîmeke çawa bê kirin?

Bersiv: Digel pereyê ku ji kaskoyê hatiye kirin, heştyeka mîrata ku ji mêrê we maye ji we re ye. Nîvê tiştê mayî ji keça we re ye. Dayika mêrê we şeşyeka wê, her wiha bavê mirî jî şeşyeka wê digre.

Hûn ê mîratê bi bal 48 paran ve dabeş bikin. 6 par ji we re, 7 par ji dayika wî re, 7 par ji  bavê wî re, 28 parên mayî ji keça we re dikeve. Piştî derxistina para hevsera mirî keç, ji 21 parên ku nîvê mîratê ye 7 paran jî ji mîrata ku zêde maye digre.