Fetwayen Kurdi
Zilam mir. Sê law û keçek li pey xwe hiştin. Mîrat dê çawa bê dabeşkirin?

Zilam mir. Sê law û keçek li pey xwe hiştin. Mîrat dê çawa bê dabeşkirin?

Pirs: Em sê bira û xwişkek in. Bavê min beriya ku wefat bike mîrata xwe di nav me de dabeş kir. Lê belê heqê xwişka me nedayê. Ango li xwişka min neheqiyek hat kirin.  Em jî vê rewşê dizanin. Divê em çi bikin?

Bersiv: Divê ku mîrata bavê we, bi bal heft paran ve bihata dabeşkirin. Parek ji xwişka we re û ji her yekî ji we re jî du par bihata dayin. Bi sedema ku hûn wiha tevnegeriyane, di heftyeka malê we de para xwişka we heye. Divê ku hûn wê bidin xwişka xwe.