Fetwayen Kurdi
Gelo lêxistina cinan heye?

Gelo lêxistina cinan heye?

Pirs: Gelo lêxistina cinan heye? Eger hebe, meriv dikare xwe çawa jê rizgar bike?

Bersiv: Lêxisitina cinan, mîna ku kehreba bi mirov bigire. Cin, bi awayên curbicur mirovan dixin bin bandora xwe. Ew rastiyeke ku tê de tu şik û guman tune ye. Cin jî mîna me însanan, heybernî bi aqil û bi bîr in. Bêşek ji cinan ên ku karê wan herî xerabî û nebaşî ye hene û em ji vê beşê re dibêjin şeytan. Em nikarin wan bibînin, lê belê ew dikarin me bibînin. Heta dikarin têkevin dirûvan, awayê xwe biguherînin û têkevin eşkal û celebnî ku em wan bibînin. Ji bo ku mirov bikaribe xwe ji zirara wan biparêze baweriyeke xurt, samîmîyet û biryardarî têrî dike.