Fetwayen Kurdi
Ma serjêkirina qurbanê bi tenê ji bo kesên li heccê ne, ferz e?

Ma serjêkirina qurbanê bi tenê ji bo kesên li heccê ne, ferz e?

Pirs: Ma serjêkirina qurbanê bi tenê ji bo kesên li heccê ne, ferz e? Hin kes dibêjin ku kesên ne li heccê bin, ne lazim e ku qurbanê serjê bikin. Ma ev yek rast e?

Bersiv: Qurbaneke bi navê boraqa heccê tuneye! Tu mezhebekî negotiye ku bi sedema mirov li heccê ye, dê qurbanê serjê bike. Bi tenê kesê ne şêniyê Mekkeyê be, dema beriya heccê ‘umreyê bike divê qurbanekê gorî bike. Heke serjê meke, dê sê rojan li Mekkeyê, piştî ku vegeriya welatê xwe jî heft rojan rojî bigre. Ji bilî vê, tu tiştekî bi navê boraqa heccê tuneye. Ayeta têkildar wiha ye:

فَمَنْ تَمَتَّعَ بِالْعُمْرَةِ اِلَى الْحَجِّ فَمَا اسْتَيْسَرَ مِنَ الْهَدْىِ فَمَنْ لَمْ يَجِدْ فَصِيَامُ ثَلٰثَةِ أَيَّامٍ فِي الْحَجِّ وَسَبْعَةٍ اِذَا رَجَعْتُمْ تِلْكَ عَشَرَةٌ كَامِلَةٌ ذٰلِكَ لِمَنْ لَمْ يَكُنْ اَهْلُهُ حَاضِرِي الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ

 “… Ji bo kesê ku bixwaze heyanî rojên heccê ji ‘umreyê sûdê wergire, divê hedyeke (qurbaneke) ku jê re hêsan be, serjê bike. Kesê ku wê bidest nexe, dê sê rojan li heccê û heft rojan jî dema vegeriya malê rojî bigre. Ev bi tevayî deh roj in. Ev, ji bo yê ku malbata wî ne li derdora Mizgefta Heramê be…”( Beqere, 2/196)

Hecî, dê boraqa cejna qurbanê serjê bikin. Li gorî ayeta 28an ji sûreyê Heccê, hecî dê boraqa xwe ya cejna qurbanê li wê derê serjê bikin. Fetwaya mezhebê Henefî -ya ku dibêje serjêkirina boraqê li rêwiyan ne wacib e- hem li dijî ayetê hem jî li dijî tetbîqatê Qasidê Xwedê ye.

Hûn dikarin ji navnîşanên jêr agahiyên berfirehtir di der barê vê yekê  de bidest bixin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/hac-kurbani-disinda-kurban-ibadeti-yoktur-diyenler-dogru-mu-soyluyorlar.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurban-haccin-farzlarindan-midir.html