Fetwayen Kurdi
Hukmê gotina bîsmillah di dema serjêkirina boraqê de çi ye?

Hukmê gotina bîsmillah di dema serjêkirina boraqê de çi ye?

Pirs: Hukmê ku mirov di dema serjêkirina boraqê de besmele ango bîsmillah bibêje, çi ye?

Bersiv: Gotina bîsmillah di dema serjêkirina boraqa cejna Qurbanê de, ferz e. Xwedê Teala di der barê vê yekê de wiha ferman dike:

Çûna Heccê di nav mirovan de îlan bike ku yên peya û yên li ser heywanên weza siwar; ji her riyên dûr ve werin (serdana Ke’bê bikin). Da ku (di Heccê de) bibin şahidên berjewendiyan xwe û da ku navê Xwedê li ser serjêkirina en‘amên (mih, bizin, dewar û hêştirên) ji heywanên ku Xwedê bi risqînî daye wan, bibêjin. Vêca hem hûn ji (goştê) wan bixwin hem jî bi jar û xizanan jî û bidin xwarin.” (Hacc, 22/27-28)

Me heywanên qurbanê yên gir ji we re kirine nişanên bendetiya Xwedê. Di wan de ji bo we xêr û bêr heye. Nexwe dema rêz bi rêz rawestiyan (ji bo şerjêkirinê), navê Xwedê li ser wan bibêjin. Gava ku bi ser kêleka xwe ve ketin (şerjêkirina wan hat cî), êdî jê bixwin û bi yên xwedî ihtiyac û yên ne xwedî ihtiyac jî bidin xwarin. Her wisa Me ew ji we re berdest kirine da ku hûn peywira xwe bînin cî.” (Hecc, 22/36)

Wekî ku ji ayetan diyar dibe, ji armancên bingehîn yên îbadeta boraqê yek jê jî ku mirov di dema serjêkirina wan de navê Xwedê li ser wan bibêj3. Ji lewra ferman li Misilmana hatiye kirin ku di dema serjêkirina boraqê de navê Xwedê li ser wan bibêjin.

“Tiştê boraqê ji heywanên ku ji bo goşt an jî ji bo çermê wan tên serjêkirin cuda dike, ev e; boraq, bi armanca bidestxistina qayiliya Xwedê û serî tewandina li ber fermana Wî, tê serjêkirin. Ev armanca ku xuleseya îbadetê ye, encax dema rîayeta şertên ku ji aliyê şar‘i (Xwedê) ve hatine diyarkirin, bê kirin pêk tê.  Ji vî aliyî ve şekl û wayê îbadeta serjêkirina qurbanê xwe dispêre danezana dînî.” (Ali Bardakoğlu, “Kurban”, Diyanet İslam Ansiklopedisi, Enqere 2002, c: 26, rp: 436).