Fetwayen Kurdi
Ma xwendina sûreyê ‘Esr di dawiya civînê de pêdiviyeke olî ye*

Ma xwendina sûreyê ‘Esr di dawiya civînê de pêdiviyeke olî ye*

Pirs: Di dawiya civîna komel, weqif, partî û hwd ya kesên kevneparêz/muhafazakar de bi gelemperî sûreyê ‘Esr tê xwendin. Ma pêdiviyeke vê ya dînî heye, an jî xwendina vî sûreyî bûye kevneşopî?

Bersiv: Xwendina sûreyê ‘Esr di dawiya civînê de yan jî dema ku heval û hogir ji hev diqetin de, ne pêdiviyeke dînî ye. Lê belê di hin berhemên hedîsê de (Teberanî,  el-Mu’cemu’l-Ewset,  Daru’l-Heremeyn,  Qahire,  1415 h.,  c:  5,  rp:  215 jimara hadisê:  5124; Heysemî,  Mecmau’z-Zewaid,  c:  10,  rp:  233)  hatiye ragihan ku dema ji sehabiyan du kes pêrgî hev bihatana heta yekî ji wan sûreyê ‘Esr nexwenda û piştre silav nekirana ji hev nediqetiyan. Bi borina demê re ev bûye “kevneşopî”. Lê belê ji ber ku piştî di civînê de sûreyê ‘Esr tê xwendin bi piranî tê gotin “el-Fatihe”, sûreyê ku herî dawî tê xwendin ne sûreyê ‘Esr e, li berevajî vê sûreyê Fatiheyê ye!