Fetwayen Kurdi
Ma Hz. Fatîmeyê di çend saliya xwe de wefat kiriye?

Ma Hz. Fatîmeyê di çend saliya xwe de wefat kiriye?

Pirs: Ma Hz. Fatîmeyê di çend saliya xwe de wefat kiriye?

Bersiv: Di maddeya “Fatıma” ji Ansîklopediya Îslamî ya Dîyanetê de ji bo sala jidayikbûna Hz. Fatîmeyê salên 609 an jî 605 hatine destnîşankirin. Lê belê di heman xebatê de sala 609an wekî sala jidayikbûnê hatiye tercîhkirin.

Dayika me Fatîmeyê, piştî wefata Pêxemberê me bi pênc meh û nîvan ango di sala 632an de çûye ber rehma Xwedê. Ji ber vê yekê li gorî riwayeta yekem di 23 saliya xwe de, li gorî riwayeta duyem di 27 saliya xwe de wefat kiriye. (Bnr: M. Yaşar Kandemir,  “Fatıma”,  Ansîklopediya Îslamî ya Dîyanetê,  c:  12,  rp:  219)