Fetwayen Kurdi
Hilyeyê Şerîfe çi ye?

Hilyeyê Şerîfe çi ye?

Pirs: Seyda “hilyeyê şerîfe” çi ye? Tê gotin ku bi hilgirtina wê û nihêrtina lê wekî resm û wêne pêkan e ku hin destkeftî werin bidestxistin. Heke hûn di der barê vê yekê de agahiyê bidin ez ê dilşad bibim.

Bersiv: Hilye di zimanê ‘Erebî de di wateya ‘zînet, xişir, xulqandin, rengdêr, awa’ de tê bikaranîn. Ji nivîsên ku bi awayê helbestkî yan pexşan hatine amadekirin û di van de qala reng û sîfetên Pêxemberê me tê kirin, her wiha ji berhem û tabloyan re Hilyeyê Se’adet an jî Hilyeyê Şerîf tê gotin.

Ev berhemên hunerî ne. Lê belê ji aliyê dînî ve tu qîmete hilgirtina wan an jî daliqandina wan li malan tuneye. Ango çawa ji kesên ku wan dadiliqîn/hildigirin re tu xêr hasil nabe ji bo kesên ku wan danaliqînin û wan hilnagirin jî tu kêmasî çênabe.