Fetwayen Kurdi
Mamoste, da ku gel netirsînin ma nabe hûn hin tiştan nebêjin?

Mamoste, da ku gel netirsînin ma nabe hûn hin tiştan nebêjin?

Pirs: Seyda, ma çima hûn her rastiyê li her derê dibêjin? Rast e, tiştên ku hûn dibêjin li gorî ayetan e, lê belê gava hûn her tiştî rasterast dibêjin gel ditirse. Ma nabe ku hûn hin tiştan ji kêmasî ne niha, piştî ku dema wan hat bibêjin? 

Bersiv: Bi sedema ku em bi vegotina tiştên em ji Qur’anê dizanin berpirsyar in, em wiha dikin. Heke tiştên em dizanin nebêjin, veşêrin em ê bikevin bin hukmê van ayetên li jêr.

Xwedê Teala, di der barê kesên ku ayetên Wî vedişêrin de wiha ferman kiriye:

Gava Xwedê ji wan ên ku kitêb ji wan re hatiye dayîn peyman girt wiha got: “Hûn ê teqez wê Kitêbê ji xelkê re aşkere bikin û tu carî wê veneşêrin.” Lê belê wan peymana ku dabûn avêtin pişt guhê xwe û ew bi bihayekî hindik firotin. Vêca ya ku kirin çiqas pîs e!” (Alî Îmran, 3/187)

Bêguman ên ku ew ayetên Me hinartine û ew rêya rast a ku piştî Me di vê kitêbê de ji mirovan re aşkere kir vedişêrin, Xwedê li wan lanetê dibarîne û yên lanetkar jî lanetê li wan dibarînin.

Tenê wan ên ku tobe kirin, xwe sererast kirin û ew aşkere kirin ji lanetê xelas bûne. Ez tobeya wan qebûl dikim û Ez im her yê tobepejrên, yê dilovîn.

Bêguman ew ên ku kafir bûne û li ser kufrê mirine, laneta Xwedê, firîşte û mirovan tev li ser wan e!

Ew ê heta bi hetayê di nav lanetê de bimînin. Ne ezab ji ser wan tê sivikkirin ne jî li rûyê wan tê nêrîn.” (Beqere, 2/159-162)