Fetwayen Kurdi
Gelo hemî nexweşiyên derûnî bi sedem cinan e?

Gelo hemî nexweşiyên derûnî bi sedem cinan e?

Pirs: Ma her nexweşî û nerihetiyên ku em dijîn ji cinan e? Cudahiyên di navbera nexweşiyên derûnî û nerihetiya cinan de çi ye?

Bersiv: Ne heq e û ne jî guncav e ku mirov hemî nerihetiyên ku bi însên re derdikevin holê, bi cinan ve girê bide. Di heman demê de em vê jî înkar nakin ku cin birastî jî huzûra mirovan xera dikin û wan nerihet dikin. Ji bo xelasiyê jî rola bixwebaweriyê pir girîng e. Bi rêya xwendin û telqînên derûnî û keza bi rêyên tedawiya li ba pispor û doktoran jî mumkin e ku mirov, bixwebaweriya xwe bi dest bixe û ev bibe sedem ji bo şifayê.