Fetwayen Kurdi
Gelo çima Misilman di Cenga Uhudê de têk çûn?

Gelo çima Misilman di Cenga Uhudê de têk çûn?

Pirs: Di we’za roja înê de wa’iz vegot bi sedema ku ayetên vexwarina meyê qedexe kirine hîn nazil nebûbûn sehabî serxweşbûn û ji lewre Misilman di Cenga Uhudê de têk çûn. Bi rastî ez ji van gotinan gelekî bêhuzûr bûm. Ma rast e ku Misilman ji ber vê yekê di cengê de têk çûn? Piştî nimêja înê bavê min li hêviya vî wa’izî rawestiyaye û jê pirsiye ka gelo jêdera van gotinên wî çi ye? Bersiva seyda jî ev bûye “di Sehîh a Buxarî de” dibore. Gelo rastiya vê yekê çi ye? 

Bersiv: Berî ku vexwarina meyê qedexe bibe, gelek sehabiyan mey vexwarine. Ev yek rast e. Lê belê piştî hinartina ayetên ku vexwerina meyê qedexe kirine, ji bilî du-sê rewşên awarte temamê sehabiyan dev ji vexwarina meyê berdane. Lê belê mijara; Misilman, bi sedema serxweşbûna hin sehabiyan di Cenga Uhudê de têk çûne ne rast e.

Heke em werin riwayeta di Buxarî de dibore, riwayeta ku Cabir (x.j.q) ragihandiye wiha ye:

“Di şeva Cenga Uhudê de hin mirovan heta sibehê mey vexwaribûn. Temamê yên ku mey vexwaribûn wê rojê şehîd ketin. Ev, berî ku vexwarina meyê qedexe bibe.” (Buxarî, Tefsîru’l-Quran (sûreyê Maîde), bab 10). (Ev riwayet, di heman berhemê de ji bilî vê derê di beşa Cîhad û Megazî de jî derbas dibe.)

Kamil Miras, di wergera “Tecrid-i Sarih” û şîroveya wê de di di der barê vê hedîsê de wiha dibêje:

“… Di şeva Cenga Uhudê de hin sehabiyan heta sibehê mey vexwaribûn. Wê gavê hîn vexwarina meyê qedexe nebûbû. Yek ji sedemên têkçûna Uhudê jî vê belaya araqê bû. Piştî Uhudê bi awayekî vebirî hatiye heramkirin.” (Bnr: Ahmet Naim,  Kamil Miras:  Sahih-i Buhari Muhtasarı ve Tecrîd-i Sarih Tercemesi ve Şerhi, Weşanên Serokatiya Karûbarên Dînî, çapa 2’yem, Enqere 1972, c: 11, rp: 98 şîroveya hedîsa 1698)

Wekî di şîroveyê de diyar bû ji sedemên têkçûnê bi tenê yek jê vexwarina araqê ye. Mirov sedemên din îtibar negre û bibêje “ji ber ku hin sehabî serxweşbûn Misilman di Cenga Uhudê de têk çûn” ne rast e. Lewra hûrgiliyên Uhudê û sedemê têkçûna Misilman piştî ku di cengê de bi ser ketin di sûreyê Alî Îmran de ji aliyê Xwedê ve wiha hatiye diyarkirin:

Tu rojekê sibehê zû ji mala xwe derketibû û bawermend di çeperên cengê de bi cih dikirin. Xwedê bihîzer e, zana ye.

Wê rojê hindik mabû ku du celeb ji we belav bibin. Hal ev e ku Xwedê arîkar û piştevanê wan e. Bila bawermend bi tenê xwe bispêrin Xwedê.

Bê guman dema hûn li Bedrê di rewşeke zor de bûn Xwedê arîkariya we kir. Naxwe ne ji (neyar) ji Xwedê bitirsin, da ku hûn spasiya Wî bikin.

Te wê rojê ji bawermendan re wiha digot: “Ma ew sê hezar firîşteyên ku Xwedê ji bo piştgiriya we şandine, têrî we nake?”

Belê têr dike. Lê belê eger hûn xwe ragirin û xwe baş biparêzin;  ew (dijminên we) jî ji nişka ve bi ser we de bigrin, Xwedayê we dê bi pênc hezar firîşteyên ku ji we neqetin, piştgiriya we bike.

Ev piştgiriya Xwedê; da ku ji we re bibe mizgîniya serkeftinê û da ku dilê we aram bibe. Serkeftin, her ji cem Xwedayê ʿEzîz ê ekîm e.

Hem Xwedê ev piştgirî da we; da ku şaxeke ji kafirên ji nav bibe yan jî wan bi kul û kovan bike û têkçûyî vegerin.” (Alî Îmran, 3/121-127)

Eger we birînek girtibe, bê guman civaka ku li hemberî jî di demekê de birînek girtibû, Em wan rojan (ên şikestin û serkeftinê) di navbera mirovan de bi dor digerînin. Ev, da ku Xwedê wan ên ku bawerî anîne derîne holê û ji nav we hinekan bike şahid. Xwedê ji zaliman hez nake.

Hem jî, da ku Xwedê wan ên bawerî anîne paqij bike û kafiran jî têxe tengasiyê.” (Alî Îmran, 3/140-141)

Bê guman, Xwedê peymana ku dabû we bi cih anî. Wê rojê bi destûra Wî we kafir dişikandin. Piştî ku Wî, serkeftina we dixwest nîşanî we da hûn sist bûn, di bara cengê de dubendî ket nav we û we îsyanî kir. Hinekan ji we dinya dixwest û hinan jî axret dixwest. Paşê, da ku (Xwedê) we biceribîne piştî ku hûn serketî bûn li hemberî wan hûn kirin mexlûb. Xwedê li we bihurî. Lewra Xwedê li ser bawermendan xwedîkerem e.

Wê rojê we bi aliyê çiya ve bazdida û li pişt xwe nedimêzand.  Wî Qasidî jî ji pişt we ve gazî we dikir. Xwedê derd li ser derdan da we, da ku hûn ji bo ya ji destê we çûye û bi ya ku hatiye serê we, xemgîn nebin. Xwedê ji ya ku hûn dikin, agahdar e.

Paşê (Xwedê), piştî wê kederê ewleyî bi ser we de şand û hinekan ji we hênijîn ew girtin. Hinek jî ketibûn derdê canê xwe. Di bara Xwedê de fikarên ne di rê de dikirin, mîna fikarên xelkê cahiliyetê. Wiha digotin: “Me ji vî karî çi bi dest xist?” (Ji wan re) bibêje: “Temamê karan ji bo Xwedê ne.” Ew tiştê ku nikarin ji te re aşkere bikin, di dilê xwe de vedişêrin. Dibêjin: “Eger fêdeyeke me di vî karî de hebûya, em li vê derê nedihatin kuştin.” (Ji wan re) bibêje: “Eger hûn li mala xwe bimana jî yê ku kuştin jê re hatibû nivîsîn, dê bihata cihê ketina xwe.” Ev, da ku Xwedê ya di hundirê we de ye biceribîne û kirêtiyên di dilê we de ne paqij bike. Xwedê, bi ya di dilê we de dizane.

Bê guman, roja ku herdu kom (di cenga Uhudê de) rastî hev hatin, ji we ew ên pişta xwe dane şer û revîn, bi sedema hinek tiştên ku kiribûn şeytan xwest wan ji rê bişeqitîne. Lê belê Xwedê li wan borî û ew efû kirin. Lewra Xwedê her gunehbexş e, berbihêr e.” (Alî Îmran, 3/152-155)

Dema (li Uhudê) felaketek hate serê we ma lazim bû hûn bibêjin:“Ma ev ji ku hat serê me?” Jixwe we (li Bedrê) du qatî wê anîbû serê wan. Ji wan re bibêje: Sebebê vê, hûn bi xwe ne. Xwedê li ser her tiştî xwedanşiyan e.

Tiştê ku di wê roja ku du kom (Misliman û kafir) di ceng (a Uhud)ê da rastî hev hatin, hat serê we, ew bi destûra Xwedê bû.  Wî wiha kir, da ku bawermend aşkere bibin.

Hem ji bo yên munafiq jî aşkere bibin. Ji wan re hate gotin: “Werin di rêya Xwedê de şer bikin an jî berevaniyê bikin.” Gotin: Eger me bizanibûna şer heye em ê digel we bihatina. Ew wê rojê ji baweriyê bêhtir nêzîkî kafiriyê ne. A ku bi devê xwe digotin ne ya di dilê wan de bû. Xwedê bi ya ku vedişêrin bêhtir dizane.

Wan ên ku ji bo cengê derneketibûn, ji birayên xwe re digotin: “Eger bi ya me kiribûna nedihatin kuştin.” Bibêje: “Eger bi rastî hûn rastbêj in, de mirinê ji ser xwe bidin alî.” Alî Îmran, 3/165-168)

Bi taybetî ayetên 152-155an bi baldarî bixwînin. Lewra sedemên têkçûnê, di wan ayetan de bi awaykî zelal tên dîtin.