Fetwayen Kurdi
Desmêja kesê ku îdrara wî di torbeyekî de tê komkirin, kengî dişikê?

Desmêja kesê ku îdrara wî di torbeyekî de tê komkirin, kengî dişikê?

Pirs: Bavê min ‘emeliyata prostatê bû û piştî ‘emeliyatê nikara îdrara xwe li xwe bigire. Îdrara wî di torbeyekî ku bi lingê wî ve girêdayî ye kom dibe û piştre tê valakirin. Di vê rewşê de ji bo her limêjekê divê ku desmêjeke nû bigire yan jî dema ku torbeyê îdarê tê valakirin wekî ku çûbe qedemgehê desmêja wî dişikê?

Bersiv: Xwedê Teala di sûreyê Maîde de wiha ferman dike: “….Eger hûn nexweş bin yan rêwî bin yan yek ji we ji avrêjê hatibe yan jî hûn hinguftbin jinan û we av nedîtibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemumê bigirin; rûyê xwe û destên xwe bi axê mesih bikin.[1]

Ev ayet, behsa mijarên ku desmêjê dişikînin dike. Mirov diçin “daristanê” ango xelayê da ku desmêja xwe ya biçûk an jî mezin bişikînin. Yanî îhtiyaciya xwe bibînin. Çûna bavê we jî bi bal xelayê ve dema ku torbeyê xwe vala dike. Yanî desmêja wî di dema valakirina torbe de dişikê.



[1] Maîde, 5/6.