Ma divê em ji bo bihuştê yan jî ji bo riza Xwedê îbadetê bikin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Têvel Tarih: 02 Kasım 2018

Pirs: Ma armanca me di vê dunyayê de qezenkirina bihuştê ye yan jî bidestxistina riza Xwedê Teala ye? Bi kurtasî ma divê ku armanca me bidestxistina bihuştê be? Bi vegotineke din ez wiha bipirsim: Bi sedema ku em ji Xwedê ditirsin, ji Wî hez dikin, an jî ji ber ku em ji kişandina ezabê gorê ditirsin divê em îbadet bikin?

Bersiv: Îbadet, di wateya ku mirov “ji dil, bi xwestina xwe berê xwe bide Xwedê, Wî bihebîne, stûyê xwe li ber daxe” de ye. Armanca herî girîng di bicihanîna fermanên Xwedê û dûrketine ji qedexeyên Wî, bidestxistina riza Wî ye. Lê bele bende, di heman demê de bi sedema ku ji Xwedê Teala ditirsin jî dê îbadeta Wî bikin. Digel vê ji bo bidestxistina xelatên ku Wî soza dayîna wan daye jî divê mirov îbadeta Wî bike.

Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

(Gelî bawermendan!) Ber bi lêborîna Rebbê xwe û ber bi bihuşteke ku firehiya wê bi qasî erd û asîmanan e ku ew ji teqwadaran re hatiye amadekirin, bibezin.” (Alî Îmran, 3/133)

Li gorî vê ayetê, bexşandin û Cennet, armanca mirovê bawermend e. Ji ber vê yekê, ji bo bidestxistina van, divê mirov gelekî cehd û xebatê bike. Di ayeteke din de ev armanc; bi awayê rehmeta Xwedê, riza Wî û bihuştê hatiye destnîşankirin:

“Rebbê wan, bi dilovaniyeke ji cem xwe, bi razîbûnekê û bi bihuştên ku di wan de ji wan re nîmetên seraqetî hene, mizgîniyê dide wan.” (Tewbe, 9/21)

Di ayeteke din de Xwedê Teala îlan dike ku armanca herî mezin riza Wî ye. Wî wiha ferman kiriye:

“Xwedê, ji mêr û jinên bawermend re peymana bihuştên wisa daye ku di nav wan de çem diherikin, dê her û her li wan bimînin û wargehên xweş li bihuştên ‘Ednê jî (daye wan). Rizaya Xwedê, ji hemû (nîmetan) mezintir e. Serfiraziya mezin ha ev e.” (Tewbe, 9/72)

Di encamê de temamê van tiştan bi hev girêdayî ne. Kesê ji bo bidestxistina bihuştê kar dike, jixwe ji bo qayîliya Wî dixebite. Kesê ji bo riza Wî dixebite jî hem ji bo rehmet hem jî ji bo bidestxistina bihuşta Wî kar dike. Lê belê ji van armancan ya herî girîng, ya herî mezin bidestixistina riza Xwedê Teala ye.

Bi vê yekê re eleqedar hûn dikarin ji navnîşanên jêr bersivên me yên bi şeklê vîdeoyê temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/amacimiz-cenneti-mi-yoksa-allahin-rizasini-kazanmak-mi-olmali.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/ibadetlerimizi-cenneti-kazanmak-icin-yapmamiz-yanlis-midir.html

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Mamoste, da ku gel netirsînin ma nabe hûn hin tiştan nebêjin? 13.09.18 201
2 Hukmê bikaranîna firçeyên ku ji mûyê beraz hatine çêkirin çi ye? 11.10.18 131
3 Ma gotina “’eleyhisselam” ji bo Hz. ‘Elî tê bikaranîn? 12.11.18 86
4 Ma Weqfa Suleymaniyeyê Selefî, Wehhabî yan Suleymancî ye? 17.09.18 126
5 Gelo bikaranîna bêjeya “afirandinê” durist e? 12.10.18 179
6 Dayika me Xedîce gava bi Pêxemberê me re zewicî, gelo xwedî zarok bû? 13.11.18 96
7 Gelo çima Misilman di Cenga Uhudê de têk çûn? 19.09.18 124
8 Ma tevkariya alema Xiristiyanan di aboriya cîhanê de heye? 16.10.18 95
9 Ma herdem efûkirin, rê li ber encamên ne baş vedike? 14.11.18 95
10 Ma guneh e ku ez telefona Qur’an lê barkirî ye di berîka xwe hilgirim? 20.09.18 141
11 Ma çend jin û zarokên Îmam ‘Elî hebûn? Nesla wî ji kîjan zarokên wî dewam kiriye? 17.10.18 125
12 Mirov ji bo alîkariya birayên xwe yên li Filîstînê bernameya şahiyê lidar bixe 15.11.18 83
13 Ma caiz e ku mirov di xew de berê lingên xwe bide aliyê qibleyê? 19.07.18 229
14 Ma bedenbazî guneh e? 24.09.18 105
15 Ma tiştê ku di deryayê de tê dîtin helal e? 18.10.18 106
16 Ma hukmê biratiya bi rêya xwînê ji aliyê dînî ve çi ye? 16.11.18 83
17 Ma dayika me ‘Eyşeyê, piştî wefata Pêxemberê me careke din zewiciye? 23.07.18 209
18 Ma mirov dikare bi gerdaniya ku navê “Xwedê” li ser nivîsandiye biçe daşirê? 25.09.18 128
19 Ma cejna Remezan û Qurbanê çend roj in? 19.10.18 107
20 Gava bijîka jin hebe, ma mirov dikare yê mêr tercîh bike? 22.11.18 87
21 Ma gotina “rediyellehu anh” ji bo sehabiyan bid‘t e? 25.07.18 262
22 Ma dîn û dilê mirov xerab dibe? 26.09.18 133
23 Ma xeberdana li pişt yekî bêyî diyarkirina nav, dibe xîbet? 22.10.18 116
24 Ma gotina “hemd ji Xwedayê me re” rast e? 23.11.18 80
25 Ma mirov dikare bi cîhazên ku bernameyên Qur’an û hedîsê li wan barkirî ye, biçe daşirê? 26.07.18 228
26 Hukmê “chat”ê çi ye? 27.09.18 113
27 Tê gotin ku dunya, zeviyê axretê ye. Hûn vê çawa îzah dikin? 23.10.18 132
28 Ma Hz. Enes kengî wefat kiriye? 26.11.18 72
29 Ma mirov dikare di nav xwe “altın günü” li dar bixe? 27.07.18 211
30 Ma hûn dikarin nêrîna xwe ya di heqê îstişhadê de di ber çavan re derbas bikin? 28.09.18 110
31 Ma malê sêwiyan –bi riza wan jî be– nayê xwarin? 24.10.18 109
32 Hecamat çi ye? Hûn dikarin di der barê wê de agahiyê bidin? 27.11.18 91
33 Gelo şeytan, ji bo xapandina Adem û Hewwayê çawa ket bihuştê? 28.08.18 185
34 Ma mirov ji xebariyên di hiş de der bas dibin berpirsyar tê girtin? 02.10.18 116
35 Gotina “Xwedê her kesî li gorî hêza wî, wî binbar dike” tê çi wateyê? 25.10.18 103
36 Ma mirov dikare navê Xwedê ji bo Ellah Teala bikar bîne? 28.11.18 89
37 Dema kêmasiyên yekî hat gotin, divê mirov çawa tev bigere? 04.09.18 169
38 Ma Nasiruddîn el-Elbanî alimekî hedîsê yê pêbawer e? 03.10.18 126
39 Ma Pêxemberê me (s.a.w) di şeva mîravê de Xwedê Teala dîtiye? 31.10.18 78
40 Ma di dînê me de ji bo nexweşiyên derûnî tu rêyeke çareseriyê heye? 29.11.18 63
41 Ma xwendina sûreyê ‘Esr di dawiya civînê de pêdiviyeke olî ye* 05.09.18 217
42 Ma ez dikarim pereyê xwe yê heram bidim kesên hewcedar? 04.10.18 148
43 Ma em di encama zewaca zarokên Adem (a.s) bi hev re zêde bûne? 01.11.18 87
44 Ma Misilman henekan dikin? 30.11.18 74
45 Ma Hz. Fatîmeyê di çend saliya xwe de wefat kiriye? 06.09.18 212
46 Ma kesê li dêma mirov ya rastê bixe divê mirov ya çepê jî bide ber? 05.10.18 148
47 Ma divê em ji bo bihuştê yan jî ji bo riza Xwedê îbadetê bikin? 02.11.18 109
48 Ma Ademê ku Şeytan nikaribû ew bixapanda, hevsera wî Hewwayê ew xirand? 03.12.18 69
49 Hilyeyê Şerîfe çi ye? 10.09.18 156
50 Hukmê temaşekirina televîzyonê çi ye? 08.10.18 160
51 Wateya “el-hubbu fîllah we’l-buxdu fîllah” çi ye? 05.11.18 97
52 Ma mirov dikare ji înterneta cîranê xwe bêdestûr îstifade bike? 11.09.18 136
53 “Xwendina îstiqraî” çi ye? 09.10.18 165
54 Ma bi rastî jî 18 hezar alem hene? An ev gotineke bêbinyad e? 06.11.18 93
55 Ma divê em di hemî axaftinên xwe de bibêjin “îşaellah”? 12.09.18 135
56 Ma rastiya “şeqama şefqetê” ya ku mirov dibêjin çi ye? 10.10.18 121
57 Ma destûrdayina sazkirina stasyona bazê li banê xêniyan caiz e? 07.11.18 76