Fetwayen Kurdi
Gelo cezayê guhdarkirina li kilamên stranbêjên jin heye?

Gelo cezayê guhdarkirina li kilamên stranbêjên jin heye?

Pirs: Ma hedîseke bi vî awayî “Kesê ku li cem stranbêjekê rûnê û kilam an jî stranekê jê bibihîse, roja qiyametê dê paxirê helandî berdin guhê wî.” heye? Ger hebe jî ma sehîh e?

Bersiv: Di hin çavkaniyan de ev riwayet wiha dibore:

من جلس إلى قينة يسمع منها صب في أذنيه الآنك يوم القيامة

“Kesê ku li ba stranbêjekê rûnê û jê kilamekê bibihîse, dê roja qiyametê paxir berdin guhê wî.” (Îbnu’l-Erebî, Ehkamu’l-Qur’an, III, 525)

Ev riwayeta ku di çavkniyên hedîsê yên sehîh de nabore, ji aliyê zanyarên ‘ilmê hedîsê ve bi awayê “mewdû‘/derewîn” hatiye nirxandin. Herwiha hatiye tomarkirin ku ji alimên hedîsê yên mezin Îmam Ehmedê kurê Henbel jî di derbarê vê riwayetê gotiye ku “batil”e. (Bnr: Îbnu’l-Cewzî, el-‘Ilelu’l-Mutenahiye, Daru’l-Kutubi’l-‘Ilmiyye, Beyrût 1403, II, 786)

Ji ber vê yekê bi spartin û îtimada li ser vê riwayeta ku tu esl û binyadek jê re tuneye, mirov nikare bibêje ku kesê li dengê stranbêjekê guh bidêre, dê roja qiyametê paxir berdin guhê wî.

Bersiveke me ya bi vê mijarê re eleqedar di navnîşana jêr de ye. Ji kerema xwe re wê nivîsê jî bixwînin.

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=4685

Hûn dikarin ji navnîşana jêr agahiyên berfirehtir di der barê muzîkê de, îcrakirin û guhdarkirina li muzîkê di kîjan rewşan caiz e û di kîjan rewşan de ne caiz e, bidest bixin:

www.fetva.net/yazili-fetvalar/islama-gore-muzik-ve-ilahi-icra-etme-ve-dinleme-caiz-midir.html