Fetwayen Kurdi
Ma îcrakirina stran û îlahiyan û guhdarkirina li wan caiz e?

Ma îcrakirina stran û îlahiyan û guhdarkirina li wan caiz e?

Pirs: Ma li gorî Îslamê îcrakirina stran û îlahiyan û guhdarkirina li wan caiz e?

Bersiv: Di Qur’ana Pîroz tu ayeteke ku îcrakirina muzîkê û guhdarkirina lê qedexe bike, tuneye. Lê belê hin hedîsên her wekî ku qedexe dikin hene. Mijara sereke di wan hedîsan de kêf û şahiyên (lehw) ku gelek cûreyên heramiyê di wan de hene.

Pîvana sereke di mijara guhdarkirina li muzîkê de, naveroka tiştê ku mirov lê guh didêre ye. Heke di tiştê ku mirov lê guh didêre de teşwîq û dilbijandina gunehan ji serhildana li ber fermanên Xwedê, kirina zinayê, şirk û hwd. hebe, guhdarkirin ne caiz e.

Li aliyê din, dabeşkirina muzîkê bi bal ya dînî û ya ne dînî ne rast e. Di herduyan de jî ya girîng gotin in, naveroka wan e. Lewra di hin îlahiyan de teşwîqa bi bal gunehê şirkê ku Xwedê Teala teqez qedexe kiriye û sûcekî mezin jimartiye heye. Mirov dikare van gotinên di îlahiyeke ku ji bo Pêxemberê hatiye gotin wekî mînakê bide: “Were mehdervaniya vî bendeyê xwe yê tengezar bike”, “Di roja mehşerê de pêxember jî mededê ji te dixwazin.” Ne durist e ku mirov van gotinan; ji bo Pêxemberê me yê ew bi xwe beşer/însan e, bibêje. Ji lewre nivîsandin û gotina îlahiyên ku peyvên bi vî rengî di wan de diborin, ne caiz e.

Ji bo agahiyên berfirehtir di der barê muzîkê de em tewsiye dikin ku hûn nivîsa di navnîşana jêr de ye bixwînin:

www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/islamda-muzik.html

Nîşe: Di navnîşana jêr de semînereke me ya di der barê Dîn û Muzîkê de heye,  em tewsiye dikin ku hûn li wê semînerê temaşe bikin:

www.kurandersi.com/mukayeseli-fikih-dersleri/din-ve-muzik/