Fetwayen Kurdi
Ma şeytan dikare têkeve dirûv û eşkalan û xwe nîşanî însanan bide?

Ma şeytan dikare têkeve dirûv û eşkalan û xwe nîşanî însanan bide?

Pirs: Ma di vê dinyayê de Şeytan di sûretê ajal, însan an jî di sûretekî din de dikare xwe nîşanî meriv bide yan na?

Bersiv: Mîna hemî heyberên rûhanî, mijara ku Îblis ango şeytan xwe nîşanî însanan dide yan na, di derbarê wê de gengeşî hene. Pirên zanyaran dibêjin ku ew, heyîneke letîf e û di sûretên curbicur dikare xwe nîşanî însanan bide. Ev alimên han, bûyerên ku şeytan xwe nîşanî Hezretî Adem (aleyhisselam), Hezretî Îbrahîm (aleyhisselam), Hezretî Mûsa (aleyhisselam) û Hezretî Muhemmed (s.a.w) ên ku di Qur’an û hedîsan de derbas dibin û bûreya ku şeytan di rêya cenga Bedrê de xwe di sûretê Suraqe kurê Malik nîşan dayiye, cesaret daye wan û piştre ji wan qetiyaye[1], wekî delîl nîşan didin.

Lê belê dîtina şeytên li ser sûretê wî yê rastîn bi tu awayî ne pêkan e.

Li hember vê yekê, di ayetekê de Xwedê Teala îşaret dike ku şeytan û koma xwe, însanan dibînin:

Bêguman şeytan û êla xwe we dibînin û hûn wan nabînin…”[2]

Dr. Osman Demir

Ji kerema xwe re serî li lînka jêr jî bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/iblis-ile-seytan-ayni-varlik-midir-seytan-da-bir-gun-olecek-mi.html



[1] Bnh. Enfal, 8/48.

[2] ‘Eraf, 7/27.