Fetwayen Kurdi
Ma em nimêjên xwe yên sunnet li mizgeftê yan li malê bikin?

Ma em nimêjên xwe yên sunnet li mizgeftê yan li malê bikin?

Pirs: Ma kirina nimêjên sunnet li mizgeftê yan li malê pirtir bi xêr e?

Bersiv: Resûlullah, nimêjên xwe -ji bilî yên ferz- ne li mizgefta xwe; li mala xwe dikir û li hevalên şîret xwe dikirin ku ew jî wiha bikin. Hedîsên di der barê vê yekê de wiha ne:

Gelî mirovan! Li mala xwe nimêj bikin. Lewra ji bilî ya ferz nimêjê herî meqbûl ya ku mirov li mala xwe dike.” (Buxarî, Ezan, 81, I‘tisam, 3)

Beşek ji nimêja xwe li malên xwe bikin û wan negerînin wekî gorê.”  (Buxarî, Selat, 52, Teheccud, 37; Ebû Dawûd, Selat, 199, Witir, 11; Tirmizî, Selat, 213; Nesaî, Qiyamu’l-Leyl, 1.)

Gava yekî ji we nimêja xwe ya ferz li mizgeftê kir, bila ji wê nimêja xwe behrekê ji mala xwe jî re bihêle.” (Muslim, Selatu’l-Musafirîn, 210; Îbn Mace, Îqamet 186.)

Ji bo kirina nimêjên sunnet li malan sedemên cur bi cur hene. Wekî mînak; da ku rûmeta malan pê zêde bibe,  wan cihan bi xêr û bêr bike. Sedemeke din a girîng jî ev e; kirina nimêjên sunnet li malan mirov ji riyaya ku alema mirov ya manewî serûbin dike, diparêze. Digel ku mala Resûlullah bi mizgeftê ve bû jî, wî nimêjên xwe yên sunnet li malê dikir. Bi rastî jî ev yek divê mala me bikşîne.

Wekî din hatiye vegotin; da ku xêniyê mirov nebe wekî goran bê can û mirî. Ev yek jî ji hîkmetên kirina nimêjên sunnet li malan hatiye destnîşankirin. Gotina “nimêj bike”, “Qur’anê bixwîne” ji bo kesê mirî û ketiye gorê, tu wateyekê îfade nake. Ji ber vê yekê ew li goristanê ne dikare nimêj bike ne jî dikare Qur’anê bixwîne. Misilman divê li hemberî vê rewşê baldar bin û malên xwe mekin mîna gotistanê, xêniyên xwe nekin wekî otela ku mirov lê radizê. Li berevajî vê di malên xwe de îbadet bikin, nimêj bikin û Qur’anê bixwînin. (M. Yaşar Kandemir, İ. Lütfi Çakan, Raşit Küçük, Riyâzu’s-Sâlihin Tercümesi ve Şerhi,  Erkam Yay., 2006, c: 5, rp: 332-333, şîroveya hedîsa 1132an.)

Li aliyê din, Misilmanê ku nimêjên xwe yên nafîle, ne li mizgeftê li mala xwe dike ji bo kesên ku nikarin biçin mizgeftê ji hevser, dê, bav, bapîr û zarokan ji efradên malê re dibe nimûne. Bi saya vê yekê dê ew jî fêr bibin ka nimêj çawa tê kirin, wextê kirina nimêjê hatiye û bi bîra wan bixwe ku divê ew jî nimêj bikin.

JÊDER: Yahya Şenol-Enes Alimoğlu, İnsanlık Tarihi Boyunca O Namaz, Weşanên Weqfa Sulaymaniyeyê, Çapa 3yem, Stenbol, 2016, rp: 156-158.