Fetwayen Kurdi
Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin divê li pey hev bin?

Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin divê li pey hev bin?

Pirs: Di îlmihalan de hatiye diyarkirin ku sûre/ayeytên em piştî Fatîheyê di nimêjên xwe de dixwînin divê li gorî rêza Mushefê be û xwendina ji paş bi bal pêş ve li gorî rêza Mushefê mekrûh e. Wekî mînak xwendina sûreyê Feleq di rek‘eta yekem, di ya duyem de jî xwendina sûreyê Kewser… Gelo delîla vê yekê çi ye?  

Bersiv: Di der barê mekrûhbûna xwendina sûre yan jî ayeteke li paştir di rek‘eta duyem de tu ayet an jî hedîsek tuneye. lê belê zanyarên mezheban nerîayetkirina tertîba sûreyên ku di nimêjê de tên xwendin bi tifaq mekrûh qebûl kirine.[1] Wan di vê mijarê de nêrîna ku tertîba ayet û sûreyên di Mushefê de tewqîfî ango bi wehyê hatiye diyarkirin, wekî delîlê girtine. Ji ber vê yekê vegotine ku xwendina sûre û ayetan di nimêjê de divê li gorî tertîba Mushefê be.

Li gorî ku Îmam Newewî diyar kiriye, dema Qadî Îyad hedîsa ku Qasidê Xwedê di nimêjekê piştî sûreyê Nîsa (yê 4em), sûreyê Alî Îmran (yê 3em) xwend[2] şîrove kiriye ji Ebû Bekir el-Baqillanî ev gotin neqil kiriye: “Rîayetkirina tertîba sûreyan di dema nivîsandin, kirina nimêjê û wexta dersdayinê de ne şert e.” Îmam Newewî bi xwe jî wiha gotiye:

Di babetê caizbûna; di rek‘eta duyem de xwendina sûreyekî paşdetir ji sûreyê ku di rek‘eta yekem de hatiye xwendin de tu îxtilaf tuneye. Tiştê mekrûh ku mirov di heman rek‘etê de yan jî ne di nimêjê de rîayetî tertîba Quranê meke. Hin aliman ev jî mubah nedîtine û qedexekirina zanyarên selefan ya di der barê vê yekê de bi awayê xwendina sûre ji dawî bi bal serî ve berevajî tewîl kirine.”[3]

Bi nêrîna me jî ya baştir ku hem di nimêjê de hem jî ne di nimêjê de mirov li gorî tertîba ku bi wehyê hatiye diyarkirin, Qur’anê bixwîne. Lewra Pêxember aleyhisselam di nimêjê de bi gelemperî li gorî tertîba Mushefê xwendiye. Lê belê mîna ku ji hedîsa di Muslim de dibore, pêkan e ku di rek‘eta duyem de sûreyekî beriya sûreyê di rek‘eta yekem de hatiye xwendin, bê xwendin û xwendineke bi vî rengî ne mekrûh e. Ango mirovê di rek‘eta yekem de sûreyê Feleq xwendibe, dikare di rek‘eta duyem de Kewser yê li pêş bixwîne. Ya mekrûh ku mirov ayet û sûreyan ji dawî bi bal pêş ve berevajî bixwîne.

Îmam Buxarî jî di berhema xwe ya bi navê el-Cami‘ es-Sehîh de vegotiye ku mirov dikare di nimêjê de li dijî tertîba Mushefa Hz. Osman sûreyekî beriya sûreyekî bixwîne.[4] Her wiha Buxarî cî daye riwayeteke bi vî awayî: “Ehnefê kurê Qeys gotiye ku min li pey ‘Umer nimêja spîdeyê kir, wî di rek‘eta pêşî de Kehf, di rek‘eta duyem de Yûsuf an jî Yûnus xwend.”[5] Li gorî tertîba Qur’anê sûreyê Yûnus (10em) û sûreyê Yûsuf (12em), beriya sûreyê Kehf (sûreyê 18em) in

Di vê navberê de divê em dibîr bixin: Çawa ku di rek‘eta duyem de xwendina sûre yan jî ayetên li paş ne mekrûh e, qevastina di ser sûreyekî ku li pey sûreyê di rek‘eta yekem de hatiye xwendin jî ne mekrûh e. Di der barê gerekiya ku divê mirov herî kêm xwe di ser du sûreyan re biavêje “neecibandina sûreyê nehatiye xwendin” hatiye gotin. Jixwe ne ji Qur’anê ne jî ji Sunnetê delîla vê yekê tuneye.

JÊDER: Yahya Şenol-Enes Alimoğlu, İnsanlık Tarihi Boyunca O Namaz, Weşanên Weqfa Suleymaniyeyê, Çapa 3yem, Stenbol, 2016, rp: 162-164.

[1] Wehbe Zuhaylî, el-Fiqhu’l-Îslamî, c: 1, rp: 772, maddeya 7an.

[2] Huzeyfe (x.j.q) wiha riwayet kiriye: “Min şevekê bi Resûlullah re nimêj kir. Wî, dest bi xwendina sûreyê Beqere kir, min (di dilê xwe de) got gava sed ayetî temam bike dê xwe biçemîne. Piştre dewam kir. min (di dilê xwe de) got, dê di rek‘etekê de temamê sûre bixwîne. Wî dîsa dewam kir. Min got bi vî sûreyî de dê biçe rukûê. Piştre dest bi xwendina sûreyê Nîsa kir. Ew jî xwend. Piştre dest bi xwendina sûreyê Alî Îmran kir, ew jî xwend. Giran giran dixwend. Gava pêrgî ayeteke ku tesbîh tê de derbas dibe bihata tesbîh dikir, rastî ayeteke ku xwestin tê hebûya bihata daxwaz dikir, gava bigihişta ayeta penahê, xwe diavêt dergahê (Xwedê). Piştre çû rukûê…” Muslim, Selatu’l-Musafirîn, 203 (772). Li gorî alimên ku nerîayetkirina tertîba Mushefê di heman sûreyî de mekrûh qebûl dikin, ev bûyera di vê hedîsê de dibore, beriya ku tertîba sûreyan bi wehyê were diyarkirin çêbûye û gotine tertîba wan sûreyan di mushefa Ubeyyê kurê Ke‘b li gorî vê xwendina Resûlullah hatiye diyarkirin. Bnr: Newewî, Şerhu Sehîhi Muslim, c: 6, rp: 62.

[3] Newewî, Şerhu Sehîhi Muslim, c: 6, rp: 62.

[4] Buxarî, Ezan, 106.

[5] Buxarî, Ezan, 106.