Fetwayen Kurdi
Ma niyeta nimêjê çawa tê anîn?

Ma niyeta nimêjê çawa tê anîn?

Pirs: Ma divê di nimêjê de niyet çawa were anîn? Wekî mînak ma divê mirov wiha niteyê bîne; di nimêja ferz de divê mirov bibêje “ez bi niyet im dikim ferza nimêja…”, di ya sunnet de jî bibêje “ez bi niyet im dikim nimêja sunnet…”

Bersiv: Niyeta nimêjê, ku mirov di bîr û baweriya ka kîjan nimêjê dike de be. Ji lewre ne şert e ku bi ‘Erebî yan jî bi zimanekî din were gotin, ango niyet bê anîn. Jixwe Pêxemberê me jî ji bo nimêjê tu carî wiha niyet neanîye: “ez bi niyet im dikim filan nimêja ferz/sunnet.” Wî wiha ferman kiriye:

Kar/’emel, li gorî niyetan e.” (Buxarî, Bed’ul-Wehy, 1, Îman, 41; Muslim, Îmaret, 155) Di der barê niyetê de bi tenê ev hedîs heye. Ji ber vê yekê kîjan nimêj dibe bila bile, dema kesê dest bi kirina nimêjê dike di bîr û baweriya ku nimêj dike de be, ev ji bo wî niyet e. Ango ne şert e ku bi taybetî wiha bibêje “ez bi niyet im dikim filan nimêja ferz/sunnet.”

ÇAVKANÎ: Yahya Şenol-Enes Alimoğlu, İnsanlık Tarihi Boyunca O Namaz, Weşanên Weqfa Suleymaniyeyê, Çapa 3yem, Stenbol, 2016, rp: 140.

Di der barê vê pirsê de hûn dikarin ji navnîşana jêr bersiveke bi awayê vîdeoyî temaşe bikin:

www.fetva.net/namaz/namaza-durulacagi-zaman-nasil-niyet-etmek-gerekir.html