Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku “jina bêhn di xwe dabe, heta xusla xwe raneke nikare nimêj bike”

Ma rast e ku “jina bêhn di xwe dabe, heta xusla xwe raneke nikare nimêj bike”

Pirs: Em dizanin ku bikaranîna bêhnê ji bo jinan heram e. Wê gavê, ma pîreka ku bêhn di xwe dabe, nikare nimêj bike? Tê gotin ku di der barê vê yekê de hedîs jî hene? Ma li ser vê yekê tu hedîs hene?

Bersiv: Da ku mijar zelaltir were fêhmkirin em ê bersivan bi awayê maddeyan bidin:

  1. Pîrek dikarin bêhnê bikar bînin. Ango bikaranîna bêhnê ji bo wan, ne heram e. Ya heram ku bi bêhnên dilkêş bikevin nav mêran û wan tehrîk bikin.
  2. Jinên ku parfum, deodorant û hwd. di xwe dabin, dikarin nimêj bikin. Bi sedema bêhn bikar anîne, ne lazim e ku destmêj bigrin an jî serê xwe bişûn.
  3. Hedîsên di der barê vê mijarê de, bikaranîna bêhnê ji bo jinên ku diçin mizgeftê qedexe dike. Hedîsên têkildar wiha ne:

Ji Zeyneb a es-Seqefiyye hatiye ragihandin ku Resûlullah wiha kerem kiriye: “Gelî jinan! Heke yek ji we biçe nimêja eşayê, bila wê şevê bêhnê di xwe nede.” Muslim, Selat, 141 (443)

Di hedîseke din wiha hatiye gotin: “Heke yek ji we biçe mizgeftê bila bêhnê di xwe nede.” (Muslim, Selat, 142)

Ji Ebû Hureyre hatiye ragihandin ku Resûlullah wiha gotiye: “Jina ku bêhn di xwe dabe, bil abi mere beşdarî nimêja eşayê nebe.” Muslim, Selat, 143 (444)

Ji Ebû Hureyre hatiye ragihandin ku Resûlullah wiha ferman kiriye:

Li pêşiya jinên ku bendeyên Xwedê ne, nebin asteng ku biçin mizgeftan. Lê belê ew jî bêyî ku xwe bixemilînin û bêhnê di xwe bidin, bila bên mizgeftê.” (Ebû Dawûd, Selat, 52)