Ma nabe ku karkerên me nimêjên xwe bihêlin qezayê?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nimêj Tarih: 28 Ocak 2019

Pirs: Di şirketa me de komeke ji karkeran di dema xebatê de nimêjên xwe dikin û ev rewş ji aliyê me ve bi rêzdarî tê qebûlkirin. Lê belê jimara kesên nimêj dikin her roj zêdetir dibe, ji ber vê yekê û bi sedema nimêjên ku ne di wexta bêhndanê de tên kirin, bi endazeyeke mezin bi neyênî bandorê li hilberiya me dike. Ma dibe ku karkerên me nimêjên xwe bihêlin qezayê û piştî karberdanê nimêjên xwe bikin?

Bersiv: Nimêj, fermana Xwedê Teala ya vebirî ye û ji peywirên Misilmanan ya bingehîn e. Her kesê Misilman divê di dema wê de û li gorî şertên munasib nimêja xwe bike. Bi hinceta ku li pêşiya kar û xebatê dibe asteng mirov nikare nimêja ferz, bihêle qezayê. Leşkerên Misilman dema di çeperên cengê şer dikin jî nikarin nimêjên bihêlin qezayê. Di rewşeke wisa de nimêja xwe bi dorê dikin. Karkerên we jî bi awayekî ku kar û xebatê neewiqînin dikarin nimêj bikin. Di serî de dê komek biçe, nimêja xwe bike û vegere, piştre dê koma duyem biçe nimêja xwe bike. Eger bi vî rêngî were birêkûpêkirin dê tu pirsgirêk dernekeve holê.

Li aliyê din divê em dibîr bixin ku li gorî Qur’an û Sunnetê nimêj di wextên wan ên diyarkirî de tên kirin. Ango hiştina nimêjan ji bo qezayê nabe dabaşa xeberdanê. Bi tenê kesên “di xew de” bimînin an jî “jibîr bikin” gava şiyar bûn/hat bîra wan dikarin ji derveyî demên diyarkirî nimêja xwe bikin. Ev jî ji bo wan nabe qeza, dibe eda. Ji bilî van herdu rewşan çi bi sedema kêfî çi jî bi sedema sistayî, tiralî û xebatê mirov qet nikare nimêjên xwe bihêle qezayê.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma rast e ku “jina bêhn di xwe dabe, heta xusla xwe raneke nikare nimêj bike” 10.01.19 157
2 Ma mirovê meynoş heta 40 rojan nikare nimêj bike? 28.02.19 70
3 Ma mêr dikare li malê li pêşiya hevser û zarokên xwe îmamtiyê bike? 17.04.19 24
4 Xwendekarên dibistanê dê nimêjên xwe çawa bikin? 15.01.19 121
5 Ma zarok dikarin li pêşiya mezinan îmamtiyê bikin? 05.03.19 78
6 Ma mirov dikare nimêja îdê bi tenê bike? 18.04.19 17
7 Ma jin dikare îmamtiya jinan bike? 23.01.19 124
8 Ma di navbera herdu secdeyên nimêjê de duayekî ku were xwendin heye? 06.03.19 74
9 Mirov di kîjan rewşan de dikare peya nimêj bike? 24.01.19 100
10 Nimêj kengî li zarokan ferz dibe? 07.03.19 82
11 Mirov di demên kar de dê nimêjên xwe kengî bike? 25.01.19 101
12 Ma lixwekirina kum an jî şaşikê ji bo nimêjê lazim e? 11.03.19 69
13 Ma nabe ku karkerên me nimêjên xwe bihêlin qezayê? 28.01.19 104
14 Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye? 12.03.19 58
15 Eger piştî nimêjê diyar bibe ku îmam bêdesmêj e dê çi bê kirin? 29.01.19 101
16 Ma xwendina sûreyên nimêjê di nimêjê de şert e? 14.03.19 59
17 Ma qibleya Misilmanan ya ewil Ke‘be yan Beytul-Meqdis bû? 24.12.18 116
18 Dema jin di pêşiya nimêjker re derbas bibe, ma nimêj betal dibe? 30.01.19 107
19 Ma delîla nimêjên sunnet ji ayetê heye? 25.03.19 54
20 Di nimêja bi cemaetî de ma şert e ku mirov bibêjê “tebayî îmamê hazir” 25.12.18 135
21 Da ku bikaribim rabim nimêja sibehê divê ez çi bikim? 31.01.19 100
22 Ma mirov dikare li odeya razanê nimêj bike? 28.03.19 49
23 Di nimêja bi cemaetî de divê cemaet kengî silavê bide? 26.12.18 187
24 Ez nikarim xwe bi tevahî bidim nimêjê. Divê ez çi bikim? 01.02.19 124
25 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin, Cebraîl hînî Pêxemberê me kirine? 03.04.19 37
26 Ma hilkirina milan di nimêjê de mekrûh e? 27.12.18 197
27 Ma mirov dikare bi pêlavê nimêj bike? 06.02.19 84
28 Ma di nimêjê de ken, hem nimêj hem jî destmêjê betal dike? 04.04.19 45
29 Ma jin dikarin bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin? 28.12.18 136
30 Ma mirov dikare bi kincên bi resm nimêj bike? 18.02.19 85
31 Gava ferzeke destmêjê kêm be, nimêj qebûl dibe an na? 05.04.19 48
32 Ma em nimêjên xwe yên sunnet li mizgeftê yan li malê bikin? 31.12.18 141
33 Ma nimêja jinan ji ya mêran cuda ye? 19.02.19 86
34 Ma mirov dikare li kargehê rûniştî nimêj bike? 09.04.19 36
35 Ma mirov kengî rêwî tê hesabkirin? 03.01.19 120
36 Ma divê em li leşkeriyê çawa nimêj bikin? 20.02.19 81
37 Nimêja şevê kengî û çawa tê kirin? 10.04.19 37
38 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin divê li pey hev bin? 08.01.19 119
39 Kesê Şafiî gava di nimêja 4 rek‘etî de rabe rek‘eta pêncan divê çi bike? 25.02.19 76
40 Ma mirov dikare di dawiya ezanê de selayê bixwîne? 15.04.19 23
41 Ma niyeta nimêjê çawa tê anîn? 09.01.19 124
42 Ma kirina nimêjê li ser sicadeya ku wêneyê Ke‘beyê li ser heye caiz e? 27.02.19 93
43 Ma hedisa kesê çar qam sunnetên berî nîvro meke, mehdervaniya min nagihîjê, sehîh e? 16.04.19 18