Eger piştî nimêjê diyar bibe ku îmam bêdesmêj e dê çi bê kirin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nimêj Tarih: 29 Ocak 2019

Pirs: Eger piştî kirina nimêjê were bîra îmam ku bêdesmêj e, dê çi bê kirin?

Bersiv: Eger îmamek bêyî zanîn/jibîr bike bêdesmêj an jî bi cenabetî li pêşiya cemaetê nimêj bike û heta nimêja xwe kuta bike li vê yekê newerqile;

  1. Li gorî Henefiyan divê hem îmam hem jî cemaet nimêja xwe ji nû ve bikin.
  2. Li gorî ‘Umerê kurê Xettab, Osmanê kurê ‘Effan, ‘Eliyê kurê Ebû Talib û ‘Ebdullahê kurê ‘Umer ji sehabiyan digel mezhebên Şafiî, Malikî û Henbelî di rewşeke wisa de cemaet nimêja xwe dubare nake; lê belê bi sedema ku nimêja îmam ne sehîh e, divê ew careke din bike.

Li gorî Henefiyan sehîhi/duristiya nimêja cemaetê, bi duristiya nimêja îmam ve girêdayî ye. Her çiqas jibîr kiribe jî bi sedema nimêja ku îmam bêdesmêj kiriye betal e, nimêja cemaeta li pey wî jî betal e.

Li gorî kesanê ku nêrîna din dipejirînin, duristiya nimêja cemaetê bi nimêja îmam ve ne girêdayî ye. Ji ber vê yekê nimêja îmamê ku piştî kutabûna nimêjê bêdesmêjiya xwe ferq dike betal e; lê belê nimêja cemaetê ne betal e. Delîlên wan ên din jî wiha ne:

Umer (x.j.q), piştî ku li pêşiya cemaetê nimêja spîdeyê kiriye hatiye bîra wî ku bi cenabet e, li ser vê yekê nimêja xwe careke din kiriye; lê belê cemaetê dubare nekiriye.

Her wiha hatiye ragihandin ku heman bûyer hatiye serê Osman  (x.j.q) jî. Wî nimêja xwe dubare kiriye; lê belê ji cemaetê re negotiye ku nimêja xwe careke din bikin.

Hatiye ragihandin ku ‘Elî (x.j.q) wiha gotiye: “Eger yekî bi cenabet îmamtiyê bike û bi vî rengî nimêjê temam bike, ez dê fermana bi rakirina xuslê û dubarekirina nimêjê lê bikim. Lê belê ez emir nakim ku cemaet nimêja xwe dubare bike.”

‘Ebdullahê kurê ‘Umer jî rojekê li pêşiya cemaetê nimêja nîvro kiriye, dema hatiye bîra wî ku bêdesmêj e, nimêja xwe careke din kiriye; lê belê cemaetê nekiriye. (Bnr: Îbn Qudqme, el-Muxnî, c. 1, rp: 777, mesele 1004; Îbn Ruşd, Bidayetu’l-Muctehid, c: 1, rp: 122; Wehbe ez-Zuheyli, el-Fiqhu’l- Îslamî ve Edilletuhu, c: 2, rp: 199-200)

Delîl, destnîşan didin ku îmamê bêdesmêj an jî bi cenabet dema bêyî zanîn/jibîr bike li pêşiya cemaetê nimêj bike û heta nimêj xelas bibe li vê yekê newerqile, dê ew bi tenê nimêja xwe dubare bike û nimêja cemaetê sehîh e. Lewra tebabûna îmam, ne ku mirov peywira kirina nimêjê bixe stûyê îmam, tebabûna îmam di wateya ku mirov bi hev re nimêj bike. Ji vê jî diyar dibe ku her kes nimêja xwe dike, kêmasiya yekî bandorê li ê din nake.

 

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Mirov di demên kar de dê nimêjên xwe kengî bike? 25.01.19 101
2 Ma lixwekirina kum an jî şaşikê ji bo nimêjê lazim e? 11.03.19 69
3 Ma nabe ku karkerên me nimêjên xwe bihêlin qezayê? 28.01.19 103
4 Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye? 12.03.19 58
5 Eger piştî nimêjê diyar bibe ku îmam bêdesmêj e dê çi bê kirin? 29.01.19 101
6 Ma xwendina sûreyên nimêjê di nimêjê de şert e? 14.03.19 59
7 Ma qibleya Misilmanan ya ewil Ke‘be yan Beytul-Meqdis bû? 24.12.18 116
8 Dema jin di pêşiya nimêjker re derbas bibe, ma nimêj betal dibe? 30.01.19 107
9 Ma delîla nimêjên sunnet ji ayetê heye? 25.03.19 54
10 Di nimêja bi cemaetî de ma şert e ku mirov bibêjê “tebayî îmamê hazir” 25.12.18 135
11 Da ku bikaribim rabim nimêja sibehê divê ez çi bikim? 31.01.19 100
12 Ma mirov dikare li odeya razanê nimêj bike? 28.03.19 49
13 Di nimêja bi cemaetî de divê cemaet kengî silavê bide? 26.12.18 187
14 Ez nikarim xwe bi tevahî bidim nimêjê. Divê ez çi bikim? 01.02.19 124
15 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin, Cebraîl hînî Pêxemberê me kirine? 03.04.19 37
16 Ma hilkirina milan di nimêjê de mekrûh e? 27.12.18 197
17 Ma mirov dikare bi pêlavê nimêj bike? 06.02.19 84
18 Ma di nimêjê de ken, hem nimêj hem jî destmêjê betal dike? 04.04.19 44
19 Ma jin dikarin bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin? 28.12.18 136
20 Ma mirov dikare bi kincên bi resm nimêj bike? 18.02.19 85
21 Gava ferzeke destmêjê kêm be, nimêj qebûl dibe an na? 05.04.19 48
22 Ma em nimêjên xwe yên sunnet li mizgeftê yan li malê bikin? 31.12.18 141
23 Ma nimêja jinan ji ya mêran cuda ye? 19.02.19 86
24 Ma mirov dikare li kargehê rûniştî nimêj bike? 09.04.19 36
25 Ma mirov kengî rêwî tê hesabkirin? 03.01.19 120
26 Ma divê em li leşkeriyê çawa nimêj bikin? 20.02.19 81
27 Nimêja şevê kengî û çawa tê kirin? 10.04.19 36
28 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin divê li pey hev bin? 08.01.19 119
29 Kesê Şafiî gava di nimêja 4 rek‘etî de rabe rek‘eta pêncan divê çi bike? 25.02.19 76
30 Ma mirov dikare di dawiya ezanê de selayê bixwîne? 15.04.19 23
31 Ma niyeta nimêjê çawa tê anîn? 09.01.19 124
32 Ma kirina nimêjê li ser sicadeya ku wêneyê Ke‘beyê li ser heye caiz e? 27.02.19 93
33 Ma hedisa kesê çar qam sunnetên berî nîvro meke, mehdervaniya min nagihîjê, sehîh e? 16.04.19 18
34 Ma rast e ku “jina bêhn di xwe dabe, heta xusla xwe raneke nikare nimêj bike” 10.01.19 157
35 Ma mirovê meynoş heta 40 rojan nikare nimêj bike? 28.02.19 70
36 Ma mêr dikare li malê li pêşiya hevser û zarokên xwe îmamtiyê bike? 17.04.19 24
37 Xwendekarên dibistanê dê nimêjên xwe çawa bikin? 15.01.19 121
38 Ma zarok dikarin li pêşiya mezinan îmamtiyê bikin? 05.03.19 78
39 Ma mirov dikare nimêja îdê bi tenê bike? 18.04.19 17
40 Ma jin dikare îmamtiya jinan bike? 23.01.19 124
41 Ma di navbera herdu secdeyên nimêjê de duayekî ku were xwendin heye? 06.03.19 74
42 Mirov di kîjan rewşan de dikare peya nimêj bike? 24.01.19 100
43 Nimêj kengî li zarokan ferz dibe? 07.03.19 82