Dema jin di pêşiya nimêjker re derbas bibe, ma nimêj betal dibe?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nimêj Tarih: 30 Ocak 2019

Pirs: Ma hedîseke bi vî rengî heye: “Gava seg, ker û jin di pêşiya kesê nimêj dike re derbas bibe, nimêj betal dibe.” Hûn dikarin vê yekê şîrove bikin?

Bersiv: Di der barê ku dema seg, ker û jin di pêşiya kesê nimêj dike re derbas bibe nimêjê betal dike de hin riwayet hene. Ew jî di berhemên mîna Muslim, Ebû Dawûd, Tirmizî û Nesaî ji Kutubê Sitte de cih digrin. Her sê tiştên ku nimêjê betal dikin jî di riwayetên ciyawaz de wiha têne rêzkirin: “segê reş-ker-jin”, “segê reş-jina di kirasa de”, “beraz-Cihû-Mecûsî”, “ker-kafir-seg-jin.”  (Ji bo hedîsan bnr: Şewkanî, Neylu’l-Ewtar, c: 3, rp: 11-12.)

Lê belê dîsa di heman berheman de agahiya ku dayika me ‘Eyşeyê ev riwayet red kirine jî cî digre. Gava mijara derbasbûna seg, ker û jinê li pêşiya kesê nimêjker nimêjê betal dike hatiye axaftin wê wiha gotiye:

“Bi yekdîtina seg û jinan we karekî pir kirêt kir! Ez qesem dikim ku ez dizanim Resûlullah gava nimêj dikir ez di navbera wî û qibleyê de razayî bûm, dema bixwesta ku biçe secdeyê dest dida lingên min, min jî lingên xwe dikşandin.” (Buxarî, Selat, 108; Muslim, Selat, 269-271; Ebû Dawûd, Selat, 111; Nesai, Qible, 10.)

Di riwayeteke din a ku di Buxarî û Muslim de derbas dibe:

Li nik ‘Eyşeyê (x.j.q) mijara tiştên ku nimêjê betal hat gotûbêjkirin. Di wê navberê de navê seg, ker û jinê derbas bû. ‘Eyşeyê wiha got:

“We dîsa em şibandin ker û segan. Wellahî, min dîtiye digel ku ez di nivînan de diketim navbera Resûlullah û qibleyê wî nimêj dikir. Dema hewcedariyeke min pêk bihata ez rûdiniştim min nedixwest ku ez wî aciz bikim, ji aliyê jêr (yê nivînan) hêdîka derdiketim.”  (Buxarî, Selat, 99, 102, 105, 108; Muslim, Selat, 269-271.)

Li gorî vegotina Îmam Newewî, digel Îmam Malik, Ebû Henîfe û Îmam Şafiî ji îmamên mezheban li gorî piraniya aliman (cumhurê ulemayan), bi derbasbûna tiştên li jor hatin jimartin û yên nehatin jimartin jî li pêşiya kesê nimêjker, nimêj betal nabe. (Îmam Newewî, Şerhu Sehîhi Muslim, c: 4, rp: 227) Bi baweriya me jî ya rast ev e.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Xwendekarên dibistanê dê nimêjên xwe çawa bikin? 15.01.19 201
2 Ma zarok dikarin li pêşiya mezinan îmamtiyê bikin? 05.03.19 136
3 Ma mirov dikare nimêja îdê bi tenê bike? 18.04.19 96
4 Ma jin dikare îmamtiya jinan bike? 23.01.19 194
5 Ma di navbera herdu secdeyên nimêjê de duayekî ku were xwendin heye? 06.03.19 146
6 Çima nimêj Misilmanan ji şirkê dûr nagre? 22.04.19 93
7 Mirov di kîjan rewşan de dikare peya nimêj bike? 24.01.19 179
8 Nimêj kengî li zarokan ferz dibe? 07.03.19 185
9 Ma kirina nimêjê li rastê mizgeftê bi xêrtir e? 24.04.19 97
10 Mirov di demên kar de dê nimêjên xwe kengî bike? 25.01.19 187
11 Ma lixwekirina kum an jî şaşikê ji bo nimêjê lazim e? 11.03.19 143
12 Ma mirov dikare di rêwîtiyê de nimêjên xwe çar qam bike? 25.04.19 90
13 Ma nabe ku karkerên me nimêjên xwe bihêlin qezayê? 28.01.19 180
14 Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye? 12.03.19 152
15 Ma caiz e ku mirov piştî nimêjan li mizgeftê bi destê hev bigre? 29.04.19 110
16 Eger piştî nimêjê diyar bibe ku îmam bêdesmêj e dê çi bê kirin? 29.01.19 175
17 Ma xwendina sûreyên nimêjê di nimêjê de şert e? 14.03.19 133
18 Ma mirov dikare nimêjên ferz bi tena serê xwe bike? 30.04.19 121
19 Ma qibleya Misilmanan ya ewil Ke‘be yan Beytul-Meqdis bû? 24.12.18 190
20 Dema jin di pêşiya nimêjker re derbas bibe, ma nimêj betal dibe? 30.01.19 192
21 Ma delîla nimêjên sunnet ji ayetê heye? 25.03.19 130
22 Ma ji bo kirina nimêjê divê mirov ji serkarê xwe destûrê bixwaze? 02.05.19 163
23 Di nimêja bi cemaetî de ma şert e ku mirov bibêjê “tebayî îmamê hazir” 25.12.18 210
24 Da ku bikaribim rabim nimêja sibehê divê ez çi bikim? 31.01.19 174
25 Ma mirov dikare li odeya razanê nimêj bike? 28.03.19 122
26 Di nimêja bi cemaetî de divê cemaet kengî silavê bide? 26.12.18 270
27 Ez nikarim xwe bi tevahî bidim nimêjê. Divê ez çi bikim? 01.02.19 217
28 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin, Cebraîl hînî Pêxemberê me kirine? 03.04.19 116
29 Ma hilkirina milan di nimêjê de mekrûh e? 27.12.18 270
30 Ma mirov dikare bi pêlavê nimêj bike? 06.02.19 155
31 Ma di nimêjê de ken, hem nimêj hem jî destmêjê betal dike? 04.04.19 117
32 Ma jin dikarin bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin? 28.12.18 208
33 Ma mirov dikare bi kincên bi resm nimêj bike? 18.02.19 178
34 Gava ferzeke destmêjê kêm be, nimêj qebûl dibe an na? 05.04.19 143
35 Ma em nimêjên xwe yên sunnet li mizgeftê yan li malê bikin? 31.12.18 242
36 Ma nimêja jinan ji ya mêran cuda ye? 19.02.19 164
37 Ma mirov dikare li kargehê rûniştî nimêj bike? 09.04.19 130
38 Ma mirov kengî rêwî tê hesabkirin? 03.01.19 197
39 Ma divê em li leşkeriyê çawa nimêj bikin? 20.02.19 154
40 Nimêja şevê kengî û çawa tê kirin? 10.04.19 114
41 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin divê li pey hev bin? 08.01.19 190
42 Kesê Şafiî gava di nimêja 4 rek‘etî de rabe rek‘eta pêncan divê çi bike? 25.02.19 143
43 Ma mirov dikare di dawiya ezanê de selayê bixwîne? 15.04.19 122
44 Ma niyeta nimêjê çawa tê anîn? 09.01.19 206
45 Ma kirina nimêjê li ser sicadeya ku wêneyê Ke‘beyê li ser heye caiz e? 27.02.19 164
46 Ma hedisa kesê çar qam sunnetên berî nîvro meke, mehdervaniya min nagihîjê, sehîh e? 16.04.19 86
47 Ma rast e ku “jina bêhn di xwe dabe, heta xusla xwe raneke nikare nimêj bike” 10.01.19 244
48 Ma mirovê meynoş heta 40 rojan nikare nimêj bike? 28.02.19 129
49 Ma mêr dikare li malê li pêşiya hevser û zarokên xwe îmamtiyê bike? 17.04.19 112